• Saturday, 20 April 2024
logo

Cotyar Adil: Me li gel hikûmeta Iraqê lihevkiriye

Gulan Media February 2, 2023 Nûçe
Cotyar Adil: Me li gel hikûmeta Iraqê lihevkiriye

 Îro 02.02.2023yê berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil di civîneke çapemeniyê de derbarê civîna duh a encûmena wezîran de daxuyaniyek da û ragehand, ku li gel hikûmeta Iraqê lihevkirine.

Berdevkê hikûmetê ragehand: ‘’Di civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de behsa mijara pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hatiye kirin ku gotûbêj di navbera herdu aliyan de hebûye û dê berdewam bike û di demekî nêzîk de şandeya Herêma Kurdistanê serdana Bexda bike û yek ji mijarên serekî yên gotûbêj û danûstandinê jî mijara berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê ye. Mijara mûçe yek ji mijarên sereke ye ku divê mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê em dabîn bikin û ew hemû jî girêdayî projeyasaya budce ye û me li gel hikûmeta Iraqê jî lihevkiriye.’’

Dr. Cotyar Adil got: ‘’Hikûmeta Herêma Kurdistanê rijde li ser wê yekê ku li gel hikûmeta Iraqê bigehe rêkeftinê û ti bahaneyek nemaye bo ku hikûmeta Iraqê li gel Herêma Kurdistanê rêknekeve.’’

 

Basnews

Top