• Saturday, 20 April 2024
logo

Mesrûr Barzanî tacegulek li ser monûmenta şehîdên 1ê Sibatê danî

Gulan Media February 2, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî tacegulek li ser monûmenta şehîdên 1ê Sibatê danî

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja çarşemê 01.02.2023an li bajarê Hewlêrê di merasîma yadkirina şehîdên 1ê Sibatê tde tacegulek danî li ser momenta şehîdên 1ê Sibatê.

Di merasîmê de Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Qurbaniyên Enfalê Ebdullah Hacî Mehmûd gotarek pêşkêş kir û got: ‘’Pêngava kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam e ji bo xizmetkirina zêdetir bo qurbaniyên terorê û malbatên wan.’’

Ebdullah Hacî Mehmûd got: ‘’Hikumeta herêma Kurdistanê pilan û bername bo xizmetkirina malbatên şehîd û qurbanîyên gelê kurd heye, divê hemû gelê herêma Kurdistanê bi deng û rengên cuda piştevanîya hikûmeta herêma Kurdistanê û pêkhateya wê bike. Mafên darayî yên gelê kurd ji aliyê dewlet û hikûmeta Iraqê ve.’’

19 sal bi ser teqîna 1ê Sibata 2004ê li Hewlêrê re derbas bûn, dema ku 2 xwekuj xwe li baregehên liqa duyem a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û baregeha sêyem ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) teqandin di encamê de 101 kes şehîd bûn û zêdetirî 200 kesên din jî birîndar bûn.

 

Basnews

Top