• Thursday, 28 March 2024
logo

Kongresa Amerîkayê: Nabe piştevaniya wan rejîman bikin ku welatiyên xwe diçewisînin

Gulan Media February 2, 2023 Nûçe
Kongresa Amerîkayê: Nabe piştevaniya wan rejîman bikin ku welatiyên xwe diçewisînin

50emîn Serokê Kongresa Amerîkayê Leroy Gingrich di çarçoveya Lûtkeya Azadiya Olî de ragihand, girîng e ku Kongres roleke bi bandor dilîze ji bo desteberkirina azadiya olî û nabe piştevaniya wan rejîman bikin ku welatiyên xwe diçewisînin.

Leroy Gingrich, 50emîn Serokê Kongresa Amerîkayê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ez di wê baweriyê de me ku ev yek girîng e ku Kongres roleke bi bandor dilîze ji bo desteberkirina azadiya olî û piştevaniya wan aliyên ku ji bo azadiya olî dixebitin.”

Gingrich destnîşan kir: “Ev yek jî girîng e ku Kongres tekezî li ser wê yekê bike ku hemû wan programên din ên têne dariştin, azadiya olî di naveroka wan de de hebe. Nabe em piştevaniya wan rejîman bikin ku welatiyên xwe diçewisînin.”

 

K24

Top