• Friday, 29 March 2024
logo

Şanda danûstandinkar ya herêma Kurdistanê dîsa diçe Bexdayê

Gulan Media February 2, 2023 Nûçe
Şanda danûstandinkar ya herêma Kurdistanê dîsa diçe Bexdayê

Naveroka civîna civata wezîran.

Îro civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û Serokwezîr piştî civînê derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me gerînendetiya civîna civata wezîran kir.

Di destpêka civînê de û jiber salvegera şehîdên 1ê Sibatê bi navê civata wezîran me bi rêzdarî şehîdên karesata 1ê Sibatê bi bîr anî û pêbendiya xwe ya bo berdewam bûn li ser rûbirû bûna teror û terorîstan û hizra tundreviyê dubare kir.

Di rojeva yekem ya civînê de, bernameya danûstandinên hikûmeta herêma Kurdistanê ya li gel hikûmeta federalî, ji aliyê Serok û endamên şanda danûstandikar ve hate pêşkêşkirin daku, civata wezîran bernameya han bipejrîne, herwiha şanda danûstandinkar hate pîwerdarkirin daku, serdanên xwe yên bo Bexdayê dîsa destpê bike û di çarçoveya bernameya han de dest bi civînên xwe bike.

Rixmî diyarî kirina xwesteka herêma Kurdistanê bo çareser kirina kêşeyan bi awayeke bingehîn û li ser esasê destûr û rêkeftina aliyên pêkhêner  yên hikûmetê û karnameya wezarî ya kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê, me balkêşande ser vê yekê ku, tişta li ser herêma Kurdistan û şanda herêma Kurdistanê bûye, hatiye cîhbicîhkirin bo gehêştin bi rêkeftinê, lewre em niha li benda hikûmeta federalî ne pêbendî cîhbicîh kirina rêkeftinan be. Mixabin dadgeha federalî tê bikaranîn bo jinav birin û têk birina rêkeftinên navbera hikûmeta herêma Kurdistan û hikûmeta federalî yên bo çareser kirina kêşeyên heyî.

Me herwiha hêviya vê yekê xwest ku, proje bûdceya 2023an bi demeke nêz de were pejrandin û maf û şayîsteyên destûrî yên herêma Kurdistanê jî têde werin dabînkirin.

Rojeva duyem ya civînê taybet bû bi giftûgo kirin li ser kaxezên buhadar ( borse) li herêma Kurdistanê de.

Civata wezîran wezaretên darayî û abûrî, bazirganî, pîşesazî, şehîdan û karûbarên enfalkiriyan û fermangeha hemahengî û wenêrînê pîwerdar kir ku, di demeke nêz de, têbîniyên xwe yên derbarê vê mijarê de di çarçoveya raportekê de amade bike daku, di civînên pêş yên civata wezîran de biryarên pêwîst li ser werin dayîn.

Rojeva sêyem ya civînê jî taybet bû bi çareser kirina kêşeya desteber (dabîn kirin, gerentiya bankî) bo wan projeyên ku, hatine rawestandin û di vê derbarê de jî giftûgoyeke berfire hate kirin û çend têbînî û pêşniyar bo çareser kirina kêşeyan hatin pêşkêşkirin.

Top