• Tuesday, 23 April 2024
logo

Li Stenbolê zilamekî hevjîna xwe kuşt

Gulan Media January 30, 2023 Civakî
Li Stenbolê zilamekî hevjîna xwe kuşt

Li navçeya Esenlerê ya ser bi parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê ve, zilamekî hevjîna xwe kuşt.

Bûyer îro 30ê Çileya 2023 li Taxa Turgut Reis a Esenlerê çê bûye.

Li gor agahiyan, îro zilamekî ku navê wî nehat zanîn bi armanca lihevhatinê çûye cem hevjîna xwe C.S lê wê red kiriye ku careke din li hev bên û daxwaza cudabûnê (telaqê) kiriye.

Piştî ku C.Syê pêşniyara lihevhatina hevjînê xwe qebûl nekir û xwest jê cuda bibe, zilamê wê jinê rahêştiye çeka xwe û teqe li wê kiriye û ew birîndar kiriye.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Jina bi navvê C.S ku di bûyera teqekirinê de bi giranî birîndar bûbû ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Hat ragihandin ku tevî hemû hewldanan, wê jinê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Kujer ji cihê bûyerê reviyaye û heta niha nehatiye desteserkirin.

Hewldanên ji bo desteserkirina kujerê wê jinê ji aliyê hêzên emnî ve dest pê kirine.

 

 

Rudaw

Top