• Friday, 29 March 2024
logo

Serok Barzanî li gel Konsulusê Kuwaitê civiya

Gulan Media January 29, 2023 Nûçe
Serok    Barzanî li gel Konsulusê Kuwaitê civiya

Kuwait û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Kuwaitê yê li Hewlêrê Osman Dawûd Eldawûd kir.

Di civînê de Konsulusê Kuwaitê silavên Emîr , gel û hikûmeta Kuwaitê gehande Serok Barzanî û tekez li ser dostatî û têkiliyên bihêz di navbera her du aliyan de kir û stayîşa aramî û vejîna heyî ya li Kurdistanê kir û weke mînak bilêv kir.

Her di heman civînê de Serok Barzanî jî têkiliyên navbera gelê Kurdistan û gelê Kuwaitê bi dîrokî û bihêz wesif kir û ragihand ku, gelê Kurdistanê û gelê Kuwaitê bi wan azar û êşan dihesin ku, di encama hizira şovenîstî de bi ser her du aliyan de hatine sepandin.

Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, bo biratî û aramiyê li deverê de lazime hizra şovenîstî, dagîrkarî û xwesepandin li deverê de nemîne.

Rewşa siyasî ya deverê, têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî mijarên din yên vê civîna han bûn.

Top