• Friday, 19 April 2024
logo

Hunermenda Kurd ji Almanyayê alîkariya jinên Efrînê dike

Gulan Media January 28, 2023 Nûçe
Hunermenda Kurd ji Almanyayê alîkariya jinên Efrînê dike

Hunermend û lîstikvan Leyla Solî Şendî bi rêya komeleyeke ku wê bi xwe damezirandiye, ji Almanyayê piştgiriya aborî dide jinên Efrînî.

Leyla ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye û bû mêvana bernama Dîasporayê ya Rûdawê. Wê got ku ev 2 sal in ew bi komek jinên çalakvan re kar dike û lîkariya aborî kom dikin û ji jinên Efrînê re yên di şert û mercên nebaş de dijîn re dişînin.

Hunermenda Efrînî dibêje “ Me heta niha karibiye alîkariya 106 jinên li Efrînê bikin.”

Leyla Solî Şendî ya 28 salî ku ev 6 sal in li Almanyayê dijî jî û dayika du zarokan e.

Şendî diyar kir ku bernameyeke wê ya giran heye û ji bo bernameya xwe bi cih bîne rojê tenê 4 saetan radizê, lê ji ber tiştên ku dike kêfxweş e.

Hunermenda Kurd got ku ew komeke ser bi xwe ne û kes piştgiriya wan nake û hewl didin alîkariya jinên Efrînî yên temenê wan di ser 35 alî re ne bikin.

Şendî ku ew jî ji Efrînê ye, demekê li Koye û Hewlêrê jiya, paşê piştî “sefereke dijwar” bi rêya deryayê di ser Tirkiyê re derbasî Almanyayê bû.

Sêndî ragihand “Ez demekê li Koyê li başûrê Kurdistanê mam û piştre li Peymangeha Hunerên Cuwan li Hewlêrê hatim qebûlkirin û bûm xwendekar, lê min temam nekir û hatim Almanyayê.”

Hunermenda Efrînî Şêndî got "Li bajarê me qanûnên ji bo destekkirina jinan tune ne" û diyar kir ku rewşa li Ewropayê ji bo jinan baştir e û di encama van derfetan de ew dikare li ser lingên xwe bisekine û dest bi xebatên xwe bike.

Şendî da zanîn ku li Almanyayê bi taybet di mijara nêzîkatiya li hember penaberan de pirsgirêk hene û weke ku ew tiştekî nizanin bi wan re tê muamele tên kirin.

 

Rudaw

Top