• Wednesday, 24 April 2024
logo

Efserekî xanenişîn ê 87 salî hevjîn û kurekî xwe kuştin

Gulan Media January 28, 2023 Nûçe
Efserekî xanenişîn ê 87 salî hevjîn û kurekî xwe kuştin

Li bajarê Eskîşehîrê yê Tirkiyê efserekî xanenişîn ku temenê wî 87 sal in hevjîn û kurekî xwe kuştin û kurekî xwe jî bi giranî birîndar kir.

Îro Şemiyê 28ê Çileya 2023an li navçeya Înonu ya Eskîşehîrê efserê xanenişîn Mehmet Aslan ku 87 salî ye ji ber sedemek nediyar hevjîna xwe bi çekê kuşt.

Aslan piştî ku hevjîna xwe dikuje çûye navçeya Bozuyuk a Bîlecikê û li wê derê jî gule li herdû kurên xwe Erol Aslan û Osman Aslan barandine û ew bi giranî birîndar kirine.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendurûstî çûn cihê bûyerê û herdû kurên Mehmet Aslan rakirin nexweşxaneyê, lê yek ji wan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da û rewşa yê din jî giran e.

Hat ragihandin ku Mehmet Aslan piştî bûyerê xwe radestî hêzên ewlekariyê kiriye û derbarê bûyerê de lêkolîn hatine destpêkirin.

Ev di demekê de ye roja 27ê Çileya 2023an jî li bajarê Bursayê yê Tirkiyê polîsekî Tevgera Taybet  dayik, 2 bira û jinbirayeke xwe bi çekê kuştibûn.

 

Rudaw

Top