• Thursday, 25 April 2024
logo

Hunermend Çiya: Li Belcîkayê jidayîk bûm lê tenê li Kurdistanê ji min re nabêjin tu ne ji me yî

Gulan Media January 28, 2023 Hunerî
Hunermend Çiya: Li Belcîkayê jidayîk bûm lê tenê li Kurdistanê ji min re nabêjin tu ne ji me yî

Hunter Falls navê hunerî yê stranbêjekî Kurd ê ciwan li Belcîkayê ye. Navê wî Çiya ye, wêrekiya wî bi qasî çiyayekî ye di hunera xwe de biserkeve. Hunter Falls bi berdewamî di bernameyên hunerî yên populer ên Belcîkayê de xuya dibe.

Ew hunermenda Belçîkayî û Kurdistanî ye ji malbateke bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ye lê li sê welatên Ewropayê jiyaye lê her tim dilê wî ji bo Kurdistanê lê dide tenê li Kurdistanê hest pê kiriye ku li mala xwe ye, “Dema ez cara yekem çûme Kurdistanê, min hest pê kir ez gihîştime cihekî ku wek mala min bû, kes nebû li min binêre û bibêje tu ne ev î yan jî tu ne yê me yî.”

Çiya beşdarî bernameyeke diasporayê bû û got, “Dayika min alîkariya min kir ji bo ku ez bigihêjime îro.” Çiya di sala 2017an de, beşdarî bernameya Emnema ya Radyoya Neteweyî ya Belcîkayê bû ku ew bû sêyemîn û muzîka pop hilbijart.

Çiya li ser hilbijartina muzîka pop got, “Şêwaza wê taybet e, zû diçe nav guhên her kesî û balkêş e, ji ber vê yekê min ew şêwaz hilbijart.”

Hevpeyvîna Hêmin Ebdullah ligel Çiya ango Hunter Falls:

Çiya: Hezkirina min a mûzîkê di şeş saliya min de dest pê kir lê dibe ku zûtir be jî. Dema ez zarok bûm, di mala ku em lê diman de piyanoyek hebû, bi berdewamî diçûme ser û min lê dida. Ne şaş bim 4 yan 5 salî bûm bavê min gîtarek ji min re kirî û min jê hez kir lê evîna muzîkê kengî dest pê kir? Di şeş saliya xwe de dema ku em vegeriyan Belçîkayê, diya min ji min re diskmanek ji min re kirî ku CD dikirê te dikaribû stranan li ser CDyê tomar bikî. Ji min re kirî û bi berdewamî berguhk di guhê min de bûn, dema ez diçûm dibistanê jî min bi xwe re dibir, dinyayek stran tê de bûn lê vê jî ez têr nedikirim ez çûm înternetê û min dinyayek gotinên stranan daxistin û çap kirin, min ew xiste nav pirtûkeke û êdî min ew jî bi xwe re dibir dibistanê. Êdî di betlaneyê de hevalên min dihatin cem min û ji min dipirsîn ka ez çi guhdarî dikim û min jî berguhk dixiste guhên wan û gotin jî vedikirin û wan jî dixwend. Wê çaxê dest pê kir, hezkirina nivîsandina stranan û tiştên bi vî rengî.

Xalekî min ê bi navê Xalid Mecîd heye, li Kurdistanê stran û helbest û hwd. dinivîse, xalekî min ê din jî heye bi navê Şêrwan, dengê jî wî pir pir xweş e û ji stranbêjiyê hez dike. Li mala me her tim stran û muzîk hebûye.

Dema ez zarok bûm, li cem bavê xwe bûm, diya min gelek caran stranên Mezher Xaliqî ji min re digotin, straneke wî yê hebû bi navê Ay Ke Bîrit Dekem, berdewamî ji min re digot, ji ber ku bêriya min dikir, êdî bi berdewamî stran hebû.

Cara yekem dema ez di medyaya Belcîkayê de derketim bernameya Voice bû, min dixwest di muzîkê de tiştekî bikim, min nizanibû ez çi bikim, min dizanibû Voice heye û daxwaza stranbêjan dikin, êdî diviya vîdeoyek dirust bikim.

Min got tişt pê nayê vîdyoya dibe ku du deqeyan bidomîne, min vîdyoyeke du deqeyan çêkir, min dît ku gelek kesan parve kiriye, ji hev re dişandin û dikaribûn deng bidin. Dinyayek mirovan dengê xwe dabû min û min ew şansa girt.

Min dikaribû biçim audition bikim, ez çûm wan jê hez kirin. Gotin, were em stranan bêjin. Cara yekem bû ku min dizanibû ku karê televîzyonê çawa ye û ev tişt çawa ne, ji ber ku dema mirov li televîzyonê temaşe dikin haya wan jê çênabe ku çiqas kar lê tê kirin.

Ez wê demê zû fêr bûm ku kar çawa ye, bi min ne xweş bû ku ez di pêşbaziyê de pir dûr neçûm lê min jê hez kir ku ez gelek tiştan jê fêr bûm.

Rûdaw: Ev cara yekem bû, cara duyem di sala 2017an de bû ku tu beşdarî bernameyeke din bûyî?

Çiya: Dîsa me tiştek kir, ez hez nakim zêde rûnim, erê dîsa di sala 2017an de ez beşdarî bernameya (Amanam Rising Star) ya radyoya neteweyî ya Belcîkayê bi navê Emanemê bûm, wan ji bo hin kesan, ji bo wan bernameyek çêkiribû yên ku dengên wan xweş û stranên xweş dibêjin ku dest pê kirine û xelkê li dor xwe dicivînin û têne ecibandin. Ez çûm beşdarî wê jî bûm û bûme sêyemîn.

Rûdaw: Te çima muzîka pop hilbijart?

Çiya: Ez pir ji muzîka pop hez dikim ji ber ku ew tiştek e ku hûn dibêjin qey hêsan e lê gava ku hûn wê çêdikin, ew pir, pir zehmet e. Ez di jiyanê de ji van tiştan hez dikim, gava ku hûn lê dinêrin dibêjin ku ew hêsan û normal e lê gava ku zêdetir lê dinêrî û li ser difikirî, hest pê dikî ku di wê tiştê biçûk de gelek tişt hene ku hûn dibêjin qey biçûk e, ew tiştek pir mezin e, di wê strana piçûk de cîhanek, karekî mezin heye. Dema ez tiştekî dinivîsim, hest pê dikim ku di 20 saniyeyan diçe nav mêjiyê de û salekê dernakeve, ji bo min ew wek zêr e.

Rûdaw: Wek zêr e, zêr girîng e lê tu ji rengê reş hez dikî, çima tu ji rengê reş hez dikî?

Çiya: Ez çi bibêjim? Heger em nas bin, ez pir diaxivim lê ez hinekî mîna Belcikiyan im û hinekî girtî me. Ez ji reng hez dikim ji ber ku dikarî wisa diyar bikî ku jê hez dikî lê dikarî xwe bigirî kengî hez bikî. Tişteke ku xwedî staylên zêde ye ew renga. Di nav reş de gelek çîrok hene, wek min bi qasî ku bibînim dikarim gelek tiştan jê derxim.

Rûdaw: Tu qet çûyî Kurdistanê?

Çiya: Belê, hinek caran çûme Kurdistanê di zarokatiya xwe de, ne şaş bim ez sê-çar caran çûme ku min gelekî jê hez kiriye.

Rûdaw: Te ji Silêmaniyê hez kir?

Çiya: Ne tenê Silêmanî. Min gelekî hez dikir ku malbata xwe bibînim, tê bîra min cara yekem dema ez çûme Kurdistanê, min hest pê kir ku wek li mala xwe me, kes tunebû ku li min binêre û bêje tu ne ew î yan jî tu ne em î. Têgihîştî?

Rûdaw: Tu li wir ji dayik nebûyî?

Çiya: Na, ez li wir ji dayik nebûm, ez li vir (Belcîka) ji dayik bûm, ji ber vê yekê ji min re pir nû bû, mîna ku ez hatim cem we li Rûdawê ku hatime hundir bêjim; ev dema we xweş, êdî germayek e.

 

Rudaw

Top