• Friday, 19 April 2024
logo

Buldan: Di hilbijartinan de navê têkoşîna me Rêya Sêyem e

Gulan Media January 28, 2023 Nûçe
Buldan: Di hilbijartinan de navê têkoşîna me Rêya Sêyem e

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan derbarê hilbijartinan de ragihand: “Di pêvajoya hilbijartinê de navê têkoşîna me Rêya Sêyem e.”

Pervîn Buldan li bajarê Stenbolê di Konferansa Jinan de ku ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan ve hatibû amadekirin, gotarek pêşkêş kir û di derheqê hilbijartinan de amaje kir ku ew ne alîgirê statûkoyê ne û ne jî alîgirê nûjenkirina statûkoyê ne, rêya wan Rêya Sêyem e.

Puldan diyar kir: “Hilbijartinên 2023an fersendeke dîrokî ye. Em wekî HDP, haya me ji erk û berpirsiyariyên me yên dîrokî heye û em ê bi xebat û têkoşîna xwe vê nîşan bidin. Navê vê têkoşînê jî rêya sêyem e. Navê vê, ne statûko û ne jî nûjenkirin e.”

Hevseroka Giştî ya HDPê vê axaftinê di demekê de dike ku dengên HDPyê diyarkerê encamên hilbijartinên Tirkiyê ye.

 

K24

Top