• Friday, 29 March 2024
logo

Şîrovekar: Girtina HDP ji aliyê siyasî ve dê zirarê bide desthilatê

Gulan Media January 28, 2023 Nûçe
Şîrovekar: Girtina HDP ji aliyê siyasî ve dê zirarê bide desthilatê

Li Tirkiyê piştî ku Dadgeha Bilind a Destûrê daxwaza encamdayîna doza girtina HDP bo piştî hilbijartinê red kir, li nav HDP û şîrovekarên siyasî ev biryar wek nîşaneya girtina partiyê tê şîrovekirin. Nêrîna pisporan ew e ku girtina HDP ji hêla siyasî we dê zirarê bide desthilata niha û dengdêrên HDP di hilbijartinê de li dijî desthilatê dê piştgiriya aliyê opozîsyonê bike.

Li Tirkiyê dîroka hilbijartina parlamenterî û Serokkomarî wek fermî nehatibe ragihandin jî lê aliyê desthilatê behsa 14ê Gulanê dike.

Ber bi nêzîkbûna hilbijartinê ve jî yek ji mijarên sereke yên siyasî ku tesîr li ser encama hilbijartinê bike doza girtina HDP ye ku giştiyê dengdêrên wê Kurd in.

HDP ji Dadgeha Destûra Bilind a Tirkiyeyê daxwaz kiribû ku doza girtina partiyê piştî hilbijartinê were encamdayîn lê dadgeha bilind ev daxwaz red kir û ji HDP xwest 14ê Adarê li ser dozê parastina xwe pêk bîne.

HDP, di wê baweriyê de ye ku proseya girtina partiya wan bi fişara hevkariya MHP û AK Partî pêk tê.

Berdevka HDP Ebru Gunay got: “Serokê MHP Devlet Bahçelî di parlamentoyê de banga girtina partiya me kir û piştî van axaftinan dadgeha bilind reaksiyoneke li gor dilê MHP û AK Partî nîşan da. Loma ev tolhildaneke siyasî ye.”

Li gor Ufuk Uras ê akademisyen û pisporê zanistên siyasî girtina HDP ji hêla siyasî ve tesîreke xerab li ser desthilata AK Partî dê bike.

Akademîsyen Ufuk Uras ji K24ê re got: “Dengdêrên HDP polîtîk û yekgirtî ne. AK Partî ji ber fişara MHP helwestekê nîşan dide lê ev yek dê zirarê bide AK Partî. Eger HDP were girtin û namzedê opozîsyonê bo Serokkomarî eger Kemal Kiliçdaroglu bibe, dengdêrên HDP jî dê li dijî Erdogan piştgiriya Kiliçdaroglu bikin.”

Bi nêrîna Umît Firat ê şîrovekarê siyasî biryara dawî ya li ser HDP li gor helwesta desthilatê ku ji ber hin planên siyasî hêj nediyar e wê were diyarkirin.

Şîrovekarê Siyasî Umît Firat got: “Niha daraz li Tirkiyeyê di bin tesîra desthiladê ye û dozên siyasî jî ku doza girtina HDP yek ji wan e li gor rengê desthilatê encam dide. Erdogan bêguman dizane ku encama doza girtinê ji bo desthilatdariya wî dê giran bibe loma dibe ku hewla qanihkirina MHP bide da ku HDP neyê girtin.”

Piştî ku HDP 14ê Adarê parastina xwe pêk anî, raportorê Dadgeha Destûra Bilind agahî û belgeyên dawîn dê peşkeşî endamên dadgeha bilind bike. Piştî vê bi biryara serokê dadgehê lijneya dadgehê dê bicive, ji bo biryara girtinê divê ji 15 endaman 10 endam dengê erê bide.

 

K24

Top