• Wednesday, 24 April 2024
logo

Bepirsekî bilind ê Amerîkayê ji bo hişyariyê bide serdana Tirkiyê dike

Gulan Media January 28, 2023 Nûçe
Bepirsekî bilind ê Amerîkayê ji bo hişyariyê bide serdana Tirkiyê dike

Yek ji berpirsên bilind ên Wezareta Xezînê ya Amerîkayê Brian Nelson, derbarê hişyarîdayîna bazirganiya Tirkiyê ligel beşek ji kompanyayên Rûsyayê ku di lîsteya dorpêçan de ne serdana Tirkiyê dike.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, Brian Nelson ku karbidestdekî bilind ê Xezîneya Amerîkayê ye dê heftiya bê serdana Tirkiyê û beşek ji welatên Rojhilata Navîn bike û dê derbarê egera bazirganiya ligel kompanyayên Rûsyayê yên di lîsteya dorpêçan de û encamên wê hişyariyê bide wan welatan.

Yek ji karbidestên Xezîneya Amerîkayê ji Reutersê re axiviye û diyar kiriye ku Nelson Brian dê di navbera 29ê Çile û 3ê Sibata 2023an de serdana Tirkiye, Umman û  Îmaratê bike.

Li gor heman çavkaniyê Nelson dê li wan welatan, ligel karbidestên hikûmî û berpisên sazî û kompanyayên aborî bicive û di wan civînan de tekezê li ser berdewambûna dorpêçên aborî yên Amerîkayê bo ser Rûsyayê bike.

Herwiha ew karbidestê Xezîneya Amerîkayê ku ji Reutersê re axiviye dibîje, eger ew kompanya guh nedin hişyariyên Amerîkayê û ligel kompanyayên Rûsyayê yên di lîsteya dorpêçan de li ser bazirganiya xwe berdewam bin dê rûbirûyî metirsiya beşdarnebûna bazarên Amerîkayê bibin. Herwiha dibêje dê Nelson civînên xwe yên li Stenbol û Enqerê di navbera 2-3ê Sibatê de pêk bîne.

Amerîka û hevpeyamanên wê piştî şerê Rûsya û Ukraynayê gelek dorpêçên aborî bo ser Rûsya û kompanyayên wê ferzkirine. Tirkiyê êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê  şermezar kiriye û balafirên bê mirov bo Ukraynayê dabîn dike. Enqere di heman demê de li dijî dorpêçên aborî yên li ser Rûsyayê ye, lê soz daye ku pêbendê dorpêçan bibe.

Wezareta Xezînê ya Amerîkayê di Cotmeha sala borî de jî li ser hişyardayîna pêbendbûna Tirkiyê bi dorpêçên aborî karbidestekî bilind şandibû wî welatî.

Washington, ji pêbendnebûna bi dorpêçên aborî yên li ser Îranê jî nîgeran e. Wezareta Xezînê ya Amerîkayê meha borî kompanyayên karsazê Tirk Sitki Ayan bi tohmeta ku di berjewendiya Mihafizên Şoreşê yên Îranê de petrolê difiroşe û spîkirina pereyan, xistibûn lîsteya dorpêçan. 

 

Rudaw

Top