• Thursday, 25 April 2024
logo

Buldan: Di sala 2022an 334 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin

Gulan Media January 28, 2023 Civakî
Buldan: Di sala 2022an 334 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan ragihand ku di sala 2022an de 334 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û got “Bikerên van kuştinan li aliyekî mêr in, lê li aliyê din bi yasa, daraz û polîtîkayên xwe desthilata mêr e ku rê li ber tûndûtûjiyê li hember jinan vekiriye."

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan îro Şemiyê 28ê Çileya 2023an li bajarê Stenbolê di konferanseke taybet a ser jinan de derbarê mijarên di rojevê de, pirsgirêkên jinan û helwêsta desthilata Tirkiyê ya li hember jinan axivî.

Buldan amaje bi wê yekê da ku HDP partiyeke sereke ya jinan e li Tirkiyê û got, ew hêzeke mezin a xwe  ji  jinan werdigirin. Buldan ragihand ku jin hêzeke sereke ya avakirina jiyaneke nû ne û got: “Desthilta mêran a AKP û MHPê jî ku em textê wan ê desthilatê dihejînin, helbet vê hêza mezin a jinan dizanin. Ji ber wê jî me dît ku di sala borî de bi 4 destan şerê li hember jinan hembêzkirin. Me hemûyan dît ku bi vekişîna ji Peymana Stenbolê jin bê ewlehî, bê wekhevî û rûbirûyê jiyaneke bo tûndûtîjî û kuştinan hiştin.”

Hevseroka HDPê diyar kir ku di sala 2022an de 334 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û got: “Bikerên van kuştinan li aliyekî mêr in, lê li aliyê din bi yasa, daraz û polîtîkayên xwe desthilata  mêran e ku rê bo tûndûtûjiyê vekiriye."

Pervîn Buldan wiha axivî "Di sala 2022an 334 jin di encama tûndûtîjiya mêran de hatine kuştin. Bikerên van kuştinan li aliyekê mêr in, lê li aliyê din bi yasa, daraz û polîtîkayên xwe desthilata mêran e ku rê li ber tûndûtûjiyê vekiriye û hêz daye wan. Bi polîtîkayên xwe yên hejarkirin, şer û bêdadiyê desthilatê bixwe jin kirine armanca eşkere ya tûndûtîjiya desthilatê. Ji hunermendên jin heta siyasetmedar, zanyar, rojnamevan, nûnerên rêxistinên pîşeyî jinên ji her aliyan, rûbirûyê gefên daraza koşkê û medyaya wê bûne. Ev serdema borî jî wiha bû heman zîhniyet niha jî berdewam dike. Em dizanin tûndûtûjiya li hember jinê polîtîk e û em her car vê dibêjin. Lê ligel vê tûndûtûjiyeke polîtîk a desthilatê jî li hember siyaset û têkoşîna opozîsyon a jinê heye. Bi hezaran rêhevalên me yên jin ku têkoşîna azadiyê û demokrasiyê dimeşînin îro li girtîgehgan dîl in."

 

Rudaw

Top