• Saturday, 20 April 2024
logo

Li Erdexanê germahiya hewayê daket bin sifirê 25 pileyan

Gulan Media January 27, 2023 Corane
Li Erdexanê germahiya hewayê daket bin sifirê 25 pileyan

Li Erdexan a Bakurê Kurdistanê germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê 25 pileyan hat pîvan.

Li herêmê germahiya herî kêm di bin sifirê da li Erdexanê 25, li Qersê 18, li Agiriyê 13, li Erziromê 12, li Îdirê 9 û li Erzincanê 5 pile hat pîvan.

Li herêma ku zivistaneke hişk û bê baran derbas dibe hewaya sar tesîreke neyinî li jiyanê dike.

Li Erdexana ku termometreyan bi şev di bin sifirê de 25 pileyê nîşan dan jî hewaya sar tesîreke neyinî li jiyanê kir.

Rûyê av û golên biçûk cemed girtin, camên hin kargeh û malan cemed girtin.

Li ser darên li herêmên çiyayî jî xwîsî çêbû.

 

Rudaw

Top