• Friday, 29 March 2024
logo

'Leşkerkirina zarokan li Rojavayê Kurdistanê berdewam e'

Gulan Media January 27, 2023 Nûçe
'Leşkerkirina zarokan li Rojavayê Kurdistanê berdewam e'

Li gor rêxistinên mafnas û aliyên siyasî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, leşkerkirina zarokan li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêxistina Ciwanên Şoreşgêr ser bi PYDê û Rêveberiya Xweser ve berdewam e. Di vê derbarê de endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re eşkere kir.

Endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Dr. Kawa Ezîzî got “Rêveberiya Xweser rêkeftinek ligel rêxistinên navdewletî bo parastina mafên zarokan îmze kiriye, lê revandina zarok her berdwam e. Ev jî cihê nîgeraniya ENKSê ye, cihê nîgeraniya miletê me ye. Êdî kes newêre kecikên xwe bişînin dibistanan, bi tirs diçin û bi tirs vedigerin û tim jî tirsek li ser xelkê heye.”

Lê ji aliyekî din ve, nerîneke cuda di pirsa leşkerkirina zarokan de li Rojavayê Kurdistanê heye. Nûnerê Partiya Yekîtî Kurdî el-Wehde li Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re rastiya vê pirsê zelal kir:

Nûnerê Partiya Yekîtî Kurdî el-Wehde li Herêma Kurdistanê Mehmûd Mihemed diyar kir “Bi raya min ewên ku vî karî dikin, xala yekê li dijî Rêveberiyê dikin. Evên ku van karan dikin naxwazin rengekî ciwan ji Kurdan re çi bi rêveberiyê be, çi bi leşkeriyê be li ser asta cîhanê were naskirin. Bi taybetî weke ku tê binavkirin û li cadeyan jî tê gotin evên bi navê Ciwanên Şoreşger van karan dikin. Bi raya min dereceya tekem li dijî Rêveberiyê ye.”

Ji aliyê xwe ve, berdevkê HSDê Ferhad Şamî eşkere kir, ti peywendiya HSDê bi leşkerkirina zarokan nîne, herwiha da zanîn ku rêxistina Ciwanên Şoreşgêr ne ser bi HSDê ve ye, navborî da zanîn ku ew tenê kesên 18 sal temam kirine li nav rêzên HSDê qebûl dikin.

 

Rudaw

Top