• Thursday, 25 April 2024
logo

Jineke Amûdê di 58 saliya xwe de fêrî şofêriyê bûye

Gulan Media January 23, 2023 Civakî
Jineke Amûdê di 58 saliya xwe de fêrî şofêriyê bûye

Jineke Kurd a ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê di 58 saliya xwe de fêrî şofêriyê û ajotina otomobîlê dibe.

Bozê Gêlo ya 58 salî xelka Amûdê ye û ji bo ku karên xwe yên rojane bike û hewcehiya wê bi ti kesî nemîne, xwe fêrî şofêriyê kiriye.

Bozê Gêlo ji jinên Kurd dixwaze xwe fêrî ajotinê bikin

Ew dayika Kurd, di ciwaniya xwe de nikaribûye fêrî ajotina otomobîlê bibe, hem mecal tune bûye, hem jî di wan demên ciwaniya wê de nedibû keç otomobîlê bajon.

Lê piştî ku êdî temenê wê mezin bûye, xwe fêrî ajotina otomobîlê kiriye û bi xwe hemû karê xwe yên çûn û hatinê dike, hevalên xwe, cîranên xwe bi xwe radike û wan dibe cihên şîn û şahiyan.

Bozê Gêlo dibêje, ew nikare her demê li benda zilaman bimîne ji bo ku biçe cihekî yan karekî xwe bike.

Daye Bozê dibêje, wê di 3 salan de xwe fêrî ajotina otomobîlê kiriye, niha bê tirs ji Amûdê heta Qamişlo diçe û ji keçên Kurd jî dixwaze netirsin û fêrî ajotinê bibin.

 

 

Rudaw

Top