• Friday, 29 March 2024
logo

Komara Kurdistanê 77 salî ye

Gulan Media January 22, 2023 Nûçe
Komara Kurdistanê 77 salî ye

Komara Kurdistanê 77 sal berî niha îro, li meydana Çarçira ya Mihabada Rojhilatê Kurdistanê hat damezrandin.

Komara Kurdistanê 22yê Çileya 1946an li Meydana Çarçira ya Mihabadê bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed hat ragihandin.

Rêveberiya Komara Kurdistanê ji 13 wezareta pêk dihat. Pêşawa Qazî Mihemed Serokomar û Mela Mistefa Barzanî jî Sererkanê Artêşa komarê bû.

Kabîneya Komara Kurdistanê

Serokwezîrê Komara Kurdistanê Hecî Baba û di kabîneya wî de, Wezîrê Navxwe Mihemed Emîn Mueynî, Wezîrê Derve Hecî Rehman Îlhanzade, Wezîrê Veguhestinê Îsmaîl Îlhanzade, Wezîrê Berevaniyê Mihemed Husên Seyfî Qazî, Wezîrê Ragihandinê Kerîm Ehmedî, Wezîrê Rewşenbîrî Menaf Kerîmî û Wezîrê Cotkariyê jî Mehmûd Welîzade bû. Herwiha komîteyek jî taybet ji bo karûbarên jinan hebû.

Komara Kurdistanê, bajarê Sine, Şino, Serdeşt û Miyandab li xwe digirtin û paytexta wê jî Mihabad bû.

Pêşawa Qazî Mihemed li Meydana Çarçira bi van 6 maddeyan Komara Kurdistanê ragihand:

-Pêkanîna rêveberiyeke otonom ji bo Kurdan li nav sînorên dewleta Îranê

-Bikaranîna zimanê Kurdî di rêveberî û saziyên perwerdehiyê de

-Avakirina encûmeneke xwecihî ji bo birêvebirina karûbarên civakî û dewletê li Komara Kurdistanê

-Destnîşankirina karmendên dewletê ji xelkê xwecihî

-Hevkariya li gel gelê Azerbaycanê

-Pêkanîneke sîstemeke hiqûqî ku her kesê li xwe bigire

Gotara Qazî Mihemed

Qazî Mihemed di gotara xwe ya ragihandina Komara Kurdistanê de tekezî li ser girîngiya hevgirtin û yekîtiya gelê Kurd kir.

Komara Kurdistanê li gel `Hikûmeta Niştimanî ya Azerbaycanê` ku Nîsana 1945an bi piştevaniya Sovyetan hatibû avakirin, peywendiyên baş pêkanîn û roja 3ê Gulana 1946an jî di navbera hikûmetên Kurdistan û Azerbaycanê de peymanek hat îmzekirin.

Li gor wê rêkeftinê, di warên serbazî, aborî, perwerde, civakî, îdarî û warên din de herdu hikûmetan hevkariyek pêk anîn.

Lê piştî ku artêşa Sovyetê roja 9ê Gulanê ji Îranê vekişiya, artêşa Îranê êrişî Azerbaycanê kir, hemû rêveberên wê kuştin û berê xwe da Mihabadê.

Wêne: Arşîv
Dagirkirina Komara Kurdistanê

Li ser vê yekê, Qazî Mihemed ku dizanî artêşa Îranê, jibilî dagirkirina axa Kurdistanê, dê talan û wênrankariyeke mezin bi serê xelkê de bînin, ragihand, bi mercê ku leşker vekişin, ew dê xwe radest bike.

Bi vekişîna leşkerên Îranê û xweradestkirina Pêşawa Qazî Mihemed, artêşa Îranê roja 17ê Çileya 1947an Mihabad bi temamî dagir kir.

Pêşawa Qazî Mihemed, piştî nêzikî 3 meh ji zindanîkirinê, roja 31ê Adara 1947an, li gel Serokwezîr Haecî Baba Şêx û Wezîrê Berevaniyê Mihemed Husênxan Seyfî, li cihê ragihandina Komarê, li Meydana Çarçira a Mihabadê hat darvekirin.

Wêne: Arşîv
Komar, wek destpêkeke nû

Komara Kurdistanê di serdema şerê duyem ê cîhanê de pêk hat. Li beşeke Rojhilatê Kurdistanê valahiya desthilatê pêk hatibû û Kurdan jî sûd ji wê rewşê wergirtibû. Komar weke destpêkeke nû di tevgera Kurd de tê dîtin. Ev jî bûye bingeha guhertina naverok, form û şêwaza tevgerên piştî xwe.

Komara Kurdistanê 11 mehan jiya. Kurd çarenivîsa Komarê wek qurbaniya berjewendiyên zilhêzan dibînin.

Kar û karîgeriya Komarê ji wê zêdetir e ku ji hikûmetekê dihat çaverêkirin. Derbasbûna dem; armanc, girîngî û pêgeha Komara Kurdistanê li aliyê Kurdan kevin ne kiriye.

Navendeke rewşenbîrî

Temenê Komara Kurdistanê kurt bû, lê di wê heyama kurt de bû navenda kar û xebatên, siyasî, civakî, aborî, hunerî, wêjeyî, leşkerî, dîplomasî û rewşenbîrî. Ala Kurdistanê li ser avahiya parlamentoyê hat bilindkirin, Ey Reqîb wek sirûda netewî hat pesendkirin, Kurdî wek zimanê fermî hat ragihandin û artêş hat pêkanîn.

Li wê heyama kurt de li Komara Kurdistanê, jibilî zelalkirina destûreke bingehîn, gelek rojname û kovar hatin derxistin, Komîteya Jinan hat avakirin û jinan di kar û xebatan de roleke aktîv lîstin.

 

Rudaw

Top