Hejmarek kesayetiyên Bakurê Kurdistanê ji bo beşdarbûna merasîma oxirkirina qurbaniyên bajarê Merdînê gihîştin Duhokê

Li ser bûyera Merdînê hejmarek kesayetiyên navdar ên Bakurê Kurdistanê gihîştin Duhokê û ligel parêzgarê Duhokê civiyan.
Li gor zanyariyên BasNewsê îro Yekşemê 22/1/2023 hejmarek kesayetiyên naskirî yên Bakurê Kurdistanê û xelkê devera Nsebînê ya parêzgeha Merdînê giheştin parêzgeha Duhokê û li gel parêzgarê Duhokê civiyan.
Hat zanîn ku van kesayetan bi beşdariya Alî Xeyrî Çelîk, Miftiyê Mêrdîn, Serokê Saziyên Merdînê Fasîh Memîş û gelek kesayetên din bi Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter re civiyan behsa bûyera ku çend roj berê li Bakurê Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de ji aliyê 5 kes ji xelkê Duhokê li navçeya Nîsêbînê ya Mêrdînê hatibûn qetilkirin.
Tê payîn ku endamên heyetê beşdarî merasîma cenazeyên wan malbatê jî bibin.
Hêjayî gotinê ye ku şeva 18 û 19ê vê mehê li bajarê Nsebînê yê girêdayî parêzgeha Merdîn a Bakurê Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de 5 welatiyên Duhokê hatibûn qetilkirin.
Basnews