• Friday, 29 March 2024
logo

Polîsekî Tirkiyê li nav kolanê hevjîna xwe kuşt

Gulan Media January 22, 2023 Civakî
Polîsekî Tirkiyê li nav kolanê hevjîna xwe kuşt

 Hat ragihandin ku li Kirşehîrê polîsê tevgera taybet Huseyîn Emre Yilmaz hevjîna xwe Asli Yilmaz a ku di pêvajoya telaqê de ye li kolanê bi 10 guleyan kuştiye.

Li gor agahiyên ku medyayên Tirkiyê belav kirine, polîsê tevgera taybet Huseyîn Emre Yilmaz ku li Antalyayê dixebite, çû cem hevjîna xwe Asli Yilmaz a di pêvajoya telaqê de ye û li Midûriyeta Polîsan a Kirşehîrê dixebite.

Ajansa DHA ya Tirkiyê ragihandiye, Huseyîn Emre Yilmaz ku li nava kolanê bi hevjîna xwe Asli Yilmaz re nîqaş dikir, rahêşt çeka xwe û 10 gule berdan. Li gor nûçeyê di encama teqeyê de, Asli Yilmaz li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Li gor heman çavkaniyê, polîsê tevgera taybet Huseyîn Emre Yilmaz guleyek li serê xwe xist û hewla xekuştinê da.

Di encam de, ew polîs birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê.

Li aliyekî din, ajansa IHAyê jî ragihandiye, polîsê navhatî Huseyîn Emre Yilmaz li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Bûyer ji aliyê kesekî ve bi telefona destan hatiye qeydkirin.

 

 

Rudaw

Top