• Wednesday, 24 April 2024
logo

Kurd herî zêde li kuderê ji dayik bûne?

Gulan Media January 22, 2023 Civakî
Kurd herî zêde li kuderê ji dayik bûne?

Li gor amarên fermî yên Saziya Nifûsa Tirkiyê, herî zêde welatiyên parêzgehên Bakurê Kurdistanê li bajarên ku lê dijîn ji dayik bûne.

Li gor amaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, herî zêde welatiyên ku bajarên niha lê dijîn ji dayik bûne di rêzên destpêkê de parêzgehên Mereş, Riha, Semsûr, Agirî, Erzerom, Colemêrg, Amed, Wan, Mûş û Sêrtê ên Bakurê Kurdistanê hene.

Li gor amaran %88.45ê welatiyên ku niha li Mereşê dijîn li wî bajarî ji dayik bûne, %88.14ê welatiyên Rihayê ku niha lê dijîn, %87.78ê welatiyên Semsûrê ku niha lê dijîn, %87.41ê welatiyên Agiriyê ku niha lê dijîn, %85.98ê welatiyên Erzeromê ku niha lê dijîn, %85.25ê welatiyên Colemêrgê ku niha lê dijîn, %84.93ê welatiyên Amedê ku niha lê dijîn, %84.56ê welatiyên Wanê ku niha lê dijîn, %84.53ê welatiyên Mûşê ku niha lê dijîn, %84.13î welatiyên Sêrtê ku niha lê dijîn li heman bajarî ji dayik bûne.

Li ser asta Bakurê Kurdistanê herî kêm jî welatiyên ku niha li Dêrsimê dijîn, li heman bajarî ji dayik bûne. Li gor daneyan,  %65.07ê welatiyên ku niha li Dêrsimê dijîn li vî bajarî ji dayik bûne.

Li ser asta Tirkiyê jî herî kêm welatiyên ku niha li parêzgeha Yalovayê dijîn, li heman bajarî ji dayik bûne. %27.50yê welatiyên ku niha li Yalovayê dijîn li heman bajarî ji dayik bûne.

 

Rudaw

Top