• Wednesday, 24 April 2024
logo

Li Hewlêrê pêşbirka şaciwana pisîkan

Gulan Media January 21, 2023 Corane
Li Hewlêrê pêşbirka şaciwana pisîkan

Pêşbirka Şaciwana Pisîkan bo cara yekem li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê li Hewlêrê hat lidarxistin. Di nav 300 pisîkên ku beşdarî pêşbirkê bûne de xelat dan xwediyên pisîkan ên ku di pêşbirkê de ketine dereceyê.

Di pêşbirkê de ku 12 pisîk derbasî fînalê bûn, pisîka bi navê “Sîsî” ya ji Hewlêrê bû yekem. Wek xelat 500 dolar dan xwediyê pisîkê.

Pisîkeke bi navê “Menûş” a ji Hewlêrê bû duye, 250 dolar xelat ji xwediyê wê re hat dayîn. Pisîka bi navê “Malus” jî bû sêyem û 100 dolar xelat dan xwediyê wê.

Pisîkên ku ketin dereceyê ji aliyê ji aliyê ajelhezan ve bi rêya online hatin hilbijartin.

 

Rudaw

Top