• Friday, 29 March 2024
logo

Li Zaxoyê termê ciwanekî 31 salî hat dîtin

Gulan Media January 16, 2023 Civakî
Li Zaxoyê termê ciwanekî 31 salî hat dîtin

 Li nzîk Pira Delal a li Zaxoyê termê ciwanekî hat dîtin ku bi guleyan hatiye kuştin.

Li gor agahiyan, êvara Yekşembê 15ê Çileya 2023an termê kesekî li nêzîk Pira Delal a li qezaya Zaxoyê hatiye dîtin.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Zaxoyê, Emîr Elî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, “navê wî ciwanî I.S.X û 31 salî ye û bi pênc guleyan hatiye kuştin.”

Berdevkê Tendirustiya Zaxoyê diyar kir, termê wî kesî bo Pizîşkiya Dadê ya Zaxoyê hatiye veguhastin.

Bi gotina wî rayedarî, ciwanê hatiye kuştin, xelkê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ye.

Derbarê bûyerê û hûrgiliyên wê de hêj ti agahî nehatine belavkirin.

Derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

 

Rudaw

Top