• Thursday, 25 April 2024
logo

Serok Barzanî li gel Dr Feryad Fazîl civiya

Gulan Media January 15, 2023 Nûçe
Serok Barzanî li gel Dr Feryad Fazîl civiya

Serok Barzanî hêviya serkeftinê bo Dr Feryad dixwaze.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Mamosteyê ziman û wêjeya Kurdî û damezrêner û Serokê înîstîtoya xwendinê ya Kurdî ya li Berlînê Dr Faryad Fazîl kir.

Di civînê de Serok Barzanî jiber wergirtina xelata jêhatîbûnê ya Almanyayê ji aliyê Dr Feryad ve pîrozbayî li nav hatî kir û rêzdariya xwe ya li hember rol û hewlên Dr Feryad bo nivîsandina berhemên zanistî ku, roleke girîng ya wan bo pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî hebûye, nîşanda û hêviya serkeftinê ji nav hatî re xwest.

Di civînê de Dr Feryad Fazîl jî spasiya piştîvaniyên berdewam yên Serok Barzanî kir û ragihand ku, xelata ku, jê re hatiye dayîn pêşkêşî gelê Kurd dike û daxwaz kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê girîngiyeke zêdetir bi ziman û wêjeya Kurdî bide, biparêze û pêşde bibe.

 

Top