• Thursday, 25 April 2024
logo

Jineke Meksîkî li Colemêrgê bû bûka Kurdan

Gulan Media January 13, 2023 Corane
Jineke Meksîkî li Colemêrgê bû bûka Kurdan

Li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ve, jineke Meksîkî û ligel welatiyek Kurd jiyana hevjîniyê pêkanî û bi cilên Kurdî govend gêra.

Hemwelatiyê bi navê Menaf Yeşîl yê 32 salî ku 20 sal berê ji bo kar ji navçeya Geverê ya Colemêrgê berê xwe dabû Stenbolê, sala borî bi rêya medyaya civakî jina bi navê Paola Uyagdalina Viveros Guriel ya 41 salî ku xelka Meksîkayê ye û mîmar e, nas dike.

Yeşîl di vê demê de jina Meksîkî vedixwîne Stenbolê û li wir biryara zewacê ligel wê dide.

Guriel ligel dayika xwe tê navçeya Geverê ya Colemêrgê û li wir mehra wê tê birîn.

Wêne: AA
Di nav malê de merasîmek biçûk a dawetê ji bo hevjînên Kurd û Meksîkî tê saz kirin û bûka Kurdan a Meksîkî yekem car cilên Kurdî li berxwe dike.

Li ber stranên Kurdî govendên Kurdî yên taybet bi devera Colemêrgê jî di ahenga wan a dawetê de hatin gêran.

Birazavayê Menaf Yeşîl, Tarik Akkoç dibêje ku bûka Meksîkî û dayika wê gelek ji mêhvandariya xelkê Colemêrgê û çanda Kurdî hezkirine.

Tarik Akkoç got “Di destpêkê de me qet bawer nedikir ku ji Meksîkayê kesek dê bê Geverê bizewice û beşdarî malbata me bibe, renginiyekê li me zêde bike û hestên cuda bi me bide jiyankirin. Dema me bûka xwe ji Balfirxaneya Sabîha Gokçen wertgirt, gelek keyfa wê bi mêhvanperweriya me hat. Me bi aweyek fermî mehra bûka xwe birî. Mixabin mezinek me berî 2 meh wefat kiribû, ji ber wê em neçar man merasîmek sade û biçûk bikin. Me dixwast şahiyeke mezintir bikin. Ez di dawetê de birazava bûm. Tenê me şeva hineyê kir, me bûka xwe bir kuafor û li derve dîmen tomar kirin.”

 

Rudaw

Top