• Thursday, 25 April 2024
logo

Naveroka civîna Serokwezîrê Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê

Gulan Media January 12, 2023 Nûçe
Naveroka civîna Serokwezîrê Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê

Mesrûr Barzanî îro danê sibê çûye Bexdayê.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê li gel Serokwezîrê Îraqê civiya û pişt re jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro li Bexdayê li gel birêz Mihemed Şeya Sûdanî Serokwezîranî Îraqa federal civiyan.

Di civînê de me tekez li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikmûeta federalî li ser esasê destûr û karnameya wezarî kir.

Me balkêşande ser vê yekê ku, eger xwesteka çareseriyê hebe vê demê gelek rê bo çareseriya kêşeyan hene û me eşkere kir ku, em xwedan rêkeftina aliyan û karmaneya wezarîne bo çareser kirina kêşeyên hilwastî.

Serokwezîrê federalî jî ev yek diyar kir ku, xwestekeke bihêz ya wan ya bo çareser kirina kêşeyan li gel herêma Kurdistanê bi awayek ku, di berejwendiya tevahiya welatiyên Îraqê de be heye.

Mijareke din ya civînê taybet bû bi nîqaş kirin li ser amadekariyên proje qanûna bûdceya federalî ya bo sala 2023an û hûrgiliyên par û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê ji bûdceya federalî.

Me herwiha giftûgo derbarê pêngavên amade kirina proje qanûna taybet bi petrol û gaza federalî jî kir weke çawe di nava rêkeftina aliyan de bo pêk anîna hikûmet û karnameya wezarî de hatiye diyarkirin.

Em her du alî li ser pêwîstiya çareser kirina kêşeyan û gehêştin bi çareseriyek bo wan her du mijarên têkildar yên bi bûdce, petrol û gazê di çarçoveya destûrê de hemfikir bûn.

Girîngiya cîhbicîh kirina madeya 140  ya destûr, dabîn kirina mafên destûrî yên hêzên pêşmerge weke beşek ji sîstema berevaniya Îraqa federal û cîhbicîh kirina rêkeftinnameya Şingalê jî mijarên din yên giftûgoya me bûn.

 

 

Top