• Friday, 19 April 2024
logo

Senatoya Berlînê nivîskara Kurd Yildiz Çakar xelat kir

Gulan Media January 11, 2023 Corane
Senatoya Berlînê nivîskara Kurd Yildiz Çakar xelat kir

 Juriya Çandê ya Senatoya Berlînê îsal bi tevî Yildiz Çakar 21 nivîskarên navnetewî xelat kir.

Juriya Çandê ya Senatoya Berlînê ku ji heft kesan pêk tê, ji nav 194 serlêdanan nivîskara Kurd Yildiz Çakar jî hilbijart.

Çakar bi romana xwe ya nû ya bi navê 'Xeyalfiroş' ji bo sala 2023an hate xelatkirin.

Senatoya Berlînê ji 2018an û pê ve xelat dide nivîskarên navnetewî yên ku bi zimanê Almanî nanivîsin.

Çakar di sala 2020an de jî bi romana xwe ya “Hangar Fünf” heman xelat wergirtibû.

Nivîskara Kurd, Yildiz Çakar derbarê wê xelatkirinê de li ser twitterê peyamek belav kiriye û ragihandiye, “Senata Berlînê her sal bi juriyên cûda cûda ji nava sedan kesan xelat dide çend kar û barên wêjeyî.Ji bo min cihê keyfxweşiyêye cara duduyan hatime xelatkirin. Havîna 2023'yan ezê beşek ji romana nûh bi wergera wê ya elmanî li mala wêjeyê bixwînim.”

Yildiz Çakar kê ye?

Yildiz Çakar helbestvan, şanonivîs, romannivîs û nivîskara Kurd e ku di sala 1978an de li Amedê ji dayik bûye.

Di temenekî ciwan de di rojnameyên bi kurdî û tirkî de nûçegihanî û edîtorî kiriye.

Di sala 2004an de pirtûka xwe ya helbestan a bi navê “Goristana Stêrkan” çap kiriye. Yek ji endamên damezirîner ên Komeleya Nivîskarên Kurd e û berî komele bê girtin seroka komeleyê bûye. Heya niha heft pirtûkên wê hatine weşandin, ku şeş ji wan wêjeyî ne.

Gelek helbest, şano û çîrokên Çakar bo ser zimanên biyanî yên wek Tirkî, Erebî, Almanî û Îngîlîzî hatine wergandin.

 

 

Rudaw

Top