• Friday, 19 April 2024
logo

Besteniya Mereşê ji bo 48 welatên cîhanê tê hinardekirin

Gulan Media January 8, 2023 Corane
Besteniya Mereşê ji bo 48 welatên cîhanê tê hinardekirin

Li parêzgeha Gurgum (Mereş) a Bakurê Kurdistanê bi makîneyan besteni tê çêkirin û pakêtkirin da ku bo bazara navxwe bê şandin û bo welatên wek Amerîka, Almanya, Fransa, Kanada û Erebistana Siûdiyê jî bê hinardekirin.

Kargeha çêkirina besteniya taybet a Mereşê li piraniya welatên cîhanê bi nav û deng e.

Serokê Odeya Şirînahî û Xwaringehên Mereşê Erdan Kanbur got, “Besteniya me ya Mereşê tenê ji şîrê bizinan, şekir û salebê tê çêkirin. Ji ber vê yekê jî taybet e. Ew giyayê saleba ku em dixin nav, tama wê taybet dike ku saleb jî ya herêma me ye. Berhemên ku em bikar tînin xwezayî ne.”

Du welatiyên Şilî ku hevjînê hevdu ne ji Portekîzê bi bisiklêta xwe derketine geştê û piştî heşt welat derbas kirine ji bo xwarina Ice Crema Mereşê hatine parêzgehê.

Camilo Salinas  Welatiyê Şili anî ziman, “Berî em bên vê derê me lêkolînek kir. Bi taybetî me rêya xwe bi Mereşê xist. Ice Crema vê derê gelekî xweş e. Em gelekî kêfxweş in ku hatine vê derê.”

Li gor amarên Odeya Şirînayî û Xwaringehên Mereşê di sala 2022an de bi giştî nêzîka 100 hezar ton bestenî hatiye berhemanîn û bi bihayê 2.5 milyon dolaran bo 48 welatên cîhanê hatiye hinardekirin.

 

Rudaw

Top