• Friday, 19 April 2024
logo

Serok Barzanî: Em tekez li ser aştîxwazî û bihevre jiyanê dikin

Gulan Media January 1, 2023 Nûçe
Serok Barzanî: Em tekez li ser aştîxwazî û bihevre jiyanê dikin

Bi helkefta sersala nû peyameke pîrozbayî belav kir.

Bi minasebeta hatina sersala nû Serok Barzanî peyameke pîrozbayî belav kir ku, ev jî naveroka peyamê ye;

Bi navê xwedê mezin

Bi minasebeta hatina sersala nû ya mîladî, gerimtirîn pîrozbayî li welatiyên hêja yên Kurdistanê dikim, pîrozbayî li malbetên serfiraz yên şehîdan û pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya xêr û xweşiyê bo her kesî dixwazim.

Vê minasebeta han bi derfet dizanim daku, tekez li ser peyama aştîxwazî û çanda bihevre jiyana aştiyane ya gelê Kurdistanê bikim, gelê Kurdistanê hertim bawerî bi aştî û biratiyê hebûye û dixwaze kêşeyan bi rêya diyalogê û bi zimanê jihev fêmkirinê û dûrketin ji tundûtîjî û înkar kirinê çareser bike.

Derbarê prosesa siyasiya Îraqê de jî em di vê baweriyê dene ku, niha derfeteke nû bo çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federaliya Îraqê derketiye holê û em bi tevahiya karîn û hêza xwe piştîvaniya cîhbicîh kirina wan rêkeftinan dikin ku, di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de û herwiha di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî de hatine îmzekirin, dikin.

Bendewariya ku ji qonaxa nû tê kirin, pêngavên hikûmetê û prosesa siyasî ya Îraqê ewe ku, di çarçoveya destûrê de û bi mebesta parastina berejwendiyên gelên Îraqê û herwiha liber çav derbas kirina prensîbên hevbeş, hevsengî û lihev kirinê be.

Di dawî de hêviya vê yekê dixwazim sala nû bibe sala xweşî û bexteweriyê bo tevahiya welatiyên Kurdistan û Îraqê, aştî û emnahî bo tevahiya dever û mirovatî were dabînkirin.

Mesûd Barzanî

31/12/2022

Top