• Thursday, 25 April 2024
logo

Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Kirîstiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dike

Gulan Media December 25, 2022 Nûçe
Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Kirîstiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dike

Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Jidayîkbûna Hezretî Mesîh, peyamek pêşkêşî xwişk û birayên Kirîstiyanî li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi boneya hatina sersala nû ya zayînî û cejna Jidayikbûna Hezretî Îsa Mesîh (Silavên Xwedê lê bin), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwişk û birayên me yên Kiristiyanî li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji wan re dixwazim.”

Her wiha Serok Barzanî got: “Bi vê boneyê ez daxwaz dikim hemû hewlên xwe ji bo kûrkirina çanda pêkvejiyan û biratiyê di nav pêkhateyên Kurdistanê de bidin û hêvî dikim ku xwişk û birayên me yên Kirîstiyanî hemû cejn û boneyên xwe di aramî û tebayîyê de derbas bikin û aştî û biratî bi cîhanê û navçeyên me de bê.

Top