• Thursday, 28 March 2024
logo

Parlamentera HDPê çarika xwe avête erdê û daxwaza aştiyê kir

Gulan Media December 8, 2022 Nûçe
Parlamentera HDPê çarika xwe avête erdê û daxwaza aştiyê kir

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun di Encûmena Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê de wek nerîteke berê ya Kurdan a daxwaza aştiyê çarika xwe ya spî avête erdê û got, “Ez ji bo ku rûbirûbûn bi dawî bibin û aştiyeke bi rûmet bê vê cografyayê, çarika xwe diavêjim vî cihê ku hemû biryarên şer lê tên dayîn.”

Civîn û gotûbêjên bi nîqaş ên li ser budçeya sala 2023an a Tirkiyê  di Encûmena Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê de roja Çarşembê 7ê Kanûna 2022an berdewam bûn.

Parlamentera HDPê ya Amedê Remziye Tosun ku bo çarika xwe ya spî tê naskirin, jî   li ser budçeya  sala 2023an  a Tirkiyê axivî û balkişand ser operasyonên Artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, polîtîkayên şer ên  hikumeta Tirkiyê,  tecrîda li ser Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan rewşa girtiyên nexweş û operasyonên destserkirinê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê.

Tosun amaje bi wê yekê da ku ked û xebata welatiyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bo şer tê xerckirin  û got: “Xerciya şer û rûbirûbûnên  20 salên dawî bi trilyonan pere ye. Tişta ku ji van xerciyan dibe para gel jî guvaş, tundûtîjî û birçbûn e.”

Remziye Tosun ragihand ku polîtîkayên şer ên desthilata Tirkiyê li ser  hemû  aliyên civakê belav bûne û got, “Polîtîkayên şer ji girtîgehan heta operasyonên derveyî sînor bi berbelav dibin û zêde dibin. Tenê di salekê de 73 girtiyan li nexweşxaneyan canê xwe ji dest dane. 73 kes li ber çavê dewletê hatin kuştin.”

Parlamentera HDPê balkişand li ser rewşa rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan û got, “Ji doza girtinê (HDP) heta doza kumpasê ya Kobanî, ji jinan heta karmendên tendirustî, û rêxistinên pîşeyî,  hewil didin herkes serî li ber wan bitewîne. Ev hemû karên ku tên kirin wêrekiyê ji tecrîda li ser Îmralî werdigirin. Her polîtîkayeke li Îmralê tê kirin, pêl bi pêl li ser hemû civakê berbelav dibe.Ev dû sal in ji birêz Ocalan ti agahiyek nayê wergirtin.”

Remziye Tosun di axaftina xwe de amaje bi operasyonên Artêşa Tirkiyê yên li ser Rojava û Başûrê  Kurdistan jî da û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêma Kurdistanê operasyonên leşkerî berdewam in. Di van operasyonan de dîmenên  bikaranîna çekên kîmyayî derketine, lê bikaranîna çekên kîmyayî nayê lêkolînkirin, kesên ku dibêjin bila bê lêkolînkirin,  tên girtin. Pêdagiriya li ser çaresernekirina pirsa Kurd, civakê ber bi karesatê ve dibe.”

Di çanda Kurdan de avêtina çarika spî bo erdê, wek nerîtekê  tê wateya bidawîbûna şer û daxwaza aşitiyê.  Tosun jî di dawiya axaftina xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de çarika xwe avêt erdê û got: “Ji bo ku aşitiyek bi rûmet bê vê cografyayê ez çarika xwe diavêjim vî cihê ku hemû biryarên şer lê tên dayîn.”

Parlamentera HDPê Remziye Tosun anî ziman, “Niha ji hemû demekê bêhtir pêdiviya me bi aşitiyê heye. Herî zêde jî pêdiviya jinan pê heye. Ji ber ku herî zêde jin birînan ji rûbirûbûnan dibînin. Ew jinên ku di nerîtên me de bi avêtina çarika xwe ya spî şer bi dawî anîne, divê îro jî vê hêza xwe bikarbînin. Ez jî ji bo bidawîbûna rûbirûbûnan, rakirina sîstema tecîrêdê û hatina aşitiyek bi rûmet bo vê cografyayê, çarika xwe diavêjim vî cihê ku hemû biryarên şer lê tên dayîn. Bila operasyon bên rawestandin. Tecrîda li ser Îmralî bi dawî bibe û rêya aşitiyek bi rûmet bê vekirin.”

 

Rudaw

Top