• Thursday, 28 March 2024
logo

Ji ber dorpêçên hikûmeta Sûriyê rewşa xelkê li Şehbayê xirab e

Gulan Media December 8, 2022 Nûçe
Ji ber dorpêçên hikûmeta Sûriyê rewşa xelkê li Şehbayê xirab e

 Bi sedema dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyê li ser navçeya Şehbayê, rewşa bêhtir ji 150 hezar koçberên Efrînê gelekî zehmet bûye. Di nava wan de, bêhtirî 3 hezar xwedan pêdawîstiyên taybet û 25 hezar zarok hene.

Ji ber dorpêça Hikûmeta Sûriyê ya li ser naçveya Şehbayê ya bakurê Helebê, ji çend rojan ve, pêwîstiyên weke derman û sotemenî bi temamî hatiye qutkirin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn –Sûriye Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re diyar kir ku rewşa nexweşan li Nexweşxaneya Afrîn, li Şehba gelekî zehmet bûye, ew jî ji ber berdewaniya dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyê li ser wê navçeyê, ku di encamê de mazot, derman û oksejîn peyda nabin.

Rêveberê Nexweşxaneya Efrîn Dr. Azad Reşo got ji ber nebûna mazotê, elektirîk û sermaya zêde, nexweş di rewşeke xerab de ne, bi taybetî zarok.

Dr. Azad Reşo got: “Ji ber vê rewşa xerab bi dehan nexweşan jiyana xwe jidest dane. Me daxwaz ji rêxistinên navdewletî û mafên mirovan kiriye ku destêwerdanê bikin ji bo rakirina dorpêça hikûmeta Şamê ji ser Navçeya Şehba.”

Bi gotina doktor Azad Reşo, her pênc ambulansên wê nexweşxaneyê rawestiyane. Berê rojane wan pêşwazî li derdora 600 welatiyî dikir ji bo çareseriya tendirustî, bêyî ku dermanan bidin nexweşan, bi sedema nebûna derman ji ber wê dorpêçê.

Navçeya Şehba, ku hejmara nişteciyên wê 150 hezar kes e, ji wan 100 hezar  koçberên Efrînê ne, ji aliyê serbazî û emnî ve di bin destê hikûmeta Sûriyê ye.

Rudaw

Top