• Thursday, 28 March 2024
logo

Mesrûr Barzanî daxwaz ji serkirdeyên Iraqê dike dawî li êrîşên ser cotkarên Kurd ên Kerkûkê bînin

Gulan Media December 8, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî daxwaz ji serkirdeyên Iraqê dike dawî li êrîşên ser cotkarên Kurd ên Kerkûkê bînin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrîşa li dijî cotkarên Kurd ên li navçeya Daqûqê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Êrîşkirina ser cotkarên Kurd li navçeya Daqûqê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê, cihê nîgeraniya mezin e.”

Mesrûr Barzanî ragihand: “Ez ji Birêz Serokomarê Iraqê, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Federal daxwaz dikim, bilez dawî li êrîşkirin û destdirêjkirina ser cotkarên Kurd ên li navçeya Daqûqê û navçeyên din ên Kerkûkê bînin, ku ji aliyê kesên destçûyan ve tê encamdan û bi awayekî neyasayî hewla derkirina Kurdan û destdanîna ser zeviyên wan didin.”

Herwiha eşkere kir: “Reftarên wisa, li dijî bingehên pêkvejiyana aştiyane û birgeyên maddeya 140 a destûra herdemî ya Iraqê ne û divê saziyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal, sînorekî li ber van binpêkirinan deynin.”

 

K24

Top