• Saturday, 20 April 2024
logo

Mazlûm Kobanî: Ez amade me biçim Şamê

Gulan Media December 8, 2022 Nûçe
Mazlûm Kobanî: Ez amade me biçim Şamê

Fermandarê HSDê Mezlûm Kobanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi hikûmeta Sûriyê re got “Ez amade me biçime Şamê lê divê berî çûna wî zemînekî baş were amadekirin.”

Mezlûm Kobanî li ser teqîna Stenbolê jî ragihand “Tirkiyê naxwaze li ser teqîna Stenbolê lêkolîn were çêkirin û Amerîkî jî dibêjin ku Tirkiyê ji bo lêkolînê nabe alîkar.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî, di hevpeyvîneke bi Şarkul Ewset re de bi firehî behsa gefên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê kir.

Li ser hevdîtina xwe bi fermandarê giştî yê hêzên Rûsî li Sûrî, Aleksender Şayko re, Mezlûm Kobanî nexwest cihê hevdîtinê eşkere bike û got “Bibore nikarim bersiva vê pirsê bidim.”

Mezlûm Kobanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi hikûmetê re ew dixwaze bi xwe biçe Şamê, lê divê berî çûna wî zemînekî baş were amadekirin.

Her wiha Fermandarê HSDê di derbarê hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed de got “Esed aqilî kir dema ku hevdîtina ligel Erdogan red kir.”

Çend xalên giring ji hevpeyvîna Fermandarê HSDê Mezlûm Kobanî ev in:

- Bêhtirî 100 hezar şervanên me hene ev 10 sal in şer dikin.

- Di sala 2019 de di dema idareya Trump de, Tirkiyê Serê Kanî û Girê Spî dagîr kir, Amerîka xiyanet li Kurdan kir.

- Hêviya me ji Amerîka ew e ku sozên xwe bi cî bîne û rê nede Tirkiyê êrîş bike.

- Bi tu awahî me li ser ewlekariya Tirkiyê tu metirsî çênekiriye.

- Hêzên me li ser sînor tune ne, hêzên hikûmeta Sûriyê li ser sînor in.

- Tirkiyê naxwaze li ser teqîna Stenbolê lêkolîn were çêkirin û Amerîkî jî dibêjin ku Tirkiyê ji bo lêkolînê nabe alîkar.

- Me beşek ji lîkolîna ku me li ser teqîna Stenbolê çêkiribû da aliyê Amerîkiyan, eşkere bû ku kesên Tirkiyê navê wan belav kirine, beşek ji wan di nava DAIŞê de bûn, jina ku hatiye girtin jî berî teqînê bi demeke kurt çûye Efrînê, malbata wê li wir e.

- Artêşa Sûriyê bi hêzeke mezin li Kobanî û Minbic û Til Rifet hene, eger Tirkiyê êrîş bike, wê êrîşî wan bike.

- Em û hikûmetê li ser hinek xalên weke sînor, al û sembolên netewî weke hev difikirin, lê heta niha li ser perwerdê me li hev nekiriye.

- Tirkiyê bi êrîşên xwe %50 jêrxaneya navçeyê wêran kir.

- Tirkiyê dixwaze beşekî ji Sûriyê dagîr bike, divê Şam şiyar be û nekeve xefka Enqerê.

  • Em bi tu awayî lihevkirina Sûriyê û Tirkiyê li ser hesabê pirsa Kurd napejirînin.

Rudaw

Top