• Wednesday, 08 February 2023
logo

Çalakvanên Kurd baweriya wan bi hilweşandina Polîsê Exlaqê nayê

Gulan Media December 6, 2022 Nûçe
Çalakvanên Kurd baweriya wan bi hilweşandina Polîsê Exlaqê nayê

Daxuyaniyeke Dozgerê Giştî yê Îranê Mihemed Cafer Muntezirî ku bi awayekî ne zelal behsa hilweşandina Polîsê Exlaqê kiribû, li Îranê û di nav çalakvanên Îranî û Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê de bûye rojev. Beşek ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê nûçeya “Hilweşandina Polîsên Exlaqê” yên Îranê wek sextekarî bi nav dikin

Neşmîl Ebdî, Kurda Rojhilatê Kurdistanê û nişteciha Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ye; Li ser telefona xwe daxuyaniya Dozgerê Giştî yê Îranê Mihemed Cafer Muntezirî dixwîne ku gotibû: “Ti peywendiye polîsên exlaq bi dadweriyê ve nîne û yê ku damezrandiye, çalakiyên wê ragirtine.”

Neşmîl Ebdî ji Rûdawê re got, “Bi rasî Komara Îslamî baş fêm kiriye ku nefesên wê yên dawî ne û ber bi rûxanê ve diçe. Ji bo ku mana xwe dirêj bike, her hewlekî dide û bixwe baş dizane ku eger hîcaba neçarî nemîne, ew bixwe jî namîne. Ev tenê ji bo wê yekê ye ku hinekî raya giştî bixapîne.”

Gotinên Muntezirî bo saziyên fermî yên hikûmeta Îranê jî ne zelal in û heta niyha jî ne piştrast û ne jî hatiye redkirin.

Yên ku 13ê meha Îlona îsal Jîna Emînî li ser hîcabê desteser kirin û piştre li gor bavê wê bûne sedema canjidestdana keça wî, polîsên exlaqê bûn. Her ew bûyer jî bû sedema derketina xwepêşandanan ku di beşeke zêde ya wan xwepêşandanan de keç û jinan çarik an şerpeyên xwe şewitandin û daxwaza azadiya lixwekirina cilûbergan kirin.

Polîsên Exlaqê wek sazî sala 2005an di serdema serokkomarê wê demê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad de bi navê “Plana Berfireh a Dawpakiyê” hat damezrandin, polîsên exlaqê beşek ji vê plane ne.

Bi dehan tîmên gerok bi otomobîlên taybet şev û roj li ser cade û cihên giştî digerin; navenda wê ya lêpirsînê jî heye.

Erkê wan çavdêrikirina cilûberg, makyaja jinan, awayê çûna di ser rê re, hevdîtina kur û keçên heval û xoşewîst li cihên giştî, herwiha pişkinîna çante, telefon û çendîn desthilatên wan ên din hene, ku piraniya xelkê wek destêwerdana di jiyana taybet de dibînin.

Soma Hekîmzade, Kurda Rojhilatê Kurdistanê ye û nûçeya hilweşandina polîsên exlaq wek planeke Îranê bi nav dike.

Soma Hekîmzade dibêje, “Em dikarin bêjin ku planeke ji bo ku ji welatên derve re bêje, ez dê hêdî hêdî baş dibim û dê pêdeçûnê bi kiryarên xwe bikim. Lê ez hêvîdarim ku ew yek bandorê li xwepêşanderan û welatên din neke ku nermiyê (li beramber Îranê) nîşan bidin li beramberê wan karên ku niha dike.”

Di demekê de ku berpirsên Îranê mijara cilûberg û hîcabê gotûbêj dikin, heta niha jî beşeke berbiçav a Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam in û her diçe awayên nû yên nerazîbûnê bikar tînin.

Top