• Tuesday, 16 April 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Lazime girîngî bi çandiniyê were dayîn

Gulan Media December 6, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Lazime girîngî bi çandiniyê were dayîn

Dibêje di pêşerojê de petrol namîne.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke xwe de ya derbarê pir cure kirina çavkaniyên dahatê de dibêje di pêşerojê de petrol namîne lewre lazime girîngî bi kerta çandiniyê were dayîn û eger ev kerta han were pêşde birin vê di pêşerojê de jî metirsî li ser asayîşa xwerakê namîne.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji gotinên xwe de tekez li ser piştîvanî kirina zêdetir ya Cotkaran û sermayegozarî kirina zêdetir di kerta çandiniyê de dike û dibêje lazime sermayegozariyeke zêdetir were kirin daku, derfetên karî jî werin afirandin.

Barzanî diyar dike ku, çandinî sermayeyeke ku, qet bi dawî nabe û bingeheke girîng ya ava kirina jêrxana abûriye û henarde kirine henarên Kurdistanê jî li ser vê esasê hatiye destpêkirin.

Top