• Thursday, 28 March 2024
logo

Zaxo; Jineke 37 salî ji aliyê birayekî xwe ve hat kuştin

Gulan Media December 6, 2022 Civakî
Zaxo; Jineke 37 salî ji aliyê birayekî xwe ve hat kuştin

Li sînorê rêveberiya serbixwe ya Zaxoyê, jineke 37 salî şeva bihorî bi guleyên demançeyê hatiye kuştin û Polîsê Zaxoyê dibêje, ew jin ji aliyê birayekî xwe ve hatiye kuştin û bikuj ji aliyê hêzên wan ve hatiye desteserkirin.

Berdevkê Polîsê Zaxoyê, Nehşet Selman şeva Duşembê 5ê Kanûna 2022an ji Rûdawê re ragihand, “jineke 37 salî ya bi navê I.R.T şeva bihorî li sînorê wê qezayê bi demançeyê ji aliyê birayekî xwe ve yê bi navê M.R.T hatiye kuştin.”

Bi gotina Berdevkê Polîsê Zaxoyê, piştî bûyerê hêzên wan dest bi lêkolînê kirin û di demeke kurt de nasnameya kesê kujer hat zanîn ku birayê wê jinê ye û di operasyonekê de hat desteserkirin.

Nehşet Selman diyar kir, “di lêkolînan de ew kes li xwe mikur hat ku xwişka xwe kuştiye, lewra bi biryara dadgehê li gor madeya 405 a qanûna cezayê ya Iraqê hat girtin.”

Li gor amarên Rêveberiya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Beramber Jinan û Malbatê, di sala 2022 de 23 jin û keç li Herêma Kurdistanê hatine kuştin û 31 bûyerên xwekuştinê jî di nava jinan de hatine tomarkirin. Rêxistinên jinan jî berdewam derbarê zêdebûna tundiya li dijî jinan hişyariyê didin û dibêjin, çek sedema sereke ya kuştina jinan e.

 

Rudaw

Top