• Saturday, 20 April 2024
logo

Fransa li ser operasyonên Tirkiye û Îranê konferanseke herêmî organîze dike

Gulan Media December 6, 2022 Nûçe
Fransa li ser operasyonên Tirkiye û Îranê konferanseke herêmî organîze dike

Hat ragihandin ku Fransa dixwaze beriya dawiya salê li dijî operasyonên hewayî yên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya welatên herêmê li Urdinê lûtkeyekê li dar bixe.

Koşka Elysee ya serokatiya Fransayê di daxuyaniyekê de ragihandiye, Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyah Sûdanî re axiviye û di wê pêwendiya telefonî de her du lîderan nîgeraniyên xwe yên li ser zêdebûna rageşiya li herêmê piştî operasyonên esmanî yên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û operasyonên esmanî yên Îranê li Herêma Kurdistana nîşan dane.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku her du lîderan li hev kirine ku beriya dawiya salê bi beşdariya Urdinê bi pêşengên herêmê re li Emman a paytexta Urdinê civînekê li dar bixin, lê nehatiye zelalkirin ku dê kîjan welat beşdarî lûtkeyê bibin.

Di heman daxuyaniyê de tê gotin ku Macron Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyah Sûdanî vexwendiye daku di destpêka sala bê de serdan Parîsê bike.

Berteka Tirkiyê; "Bêyî Tirkiyeyê civîneke herêmî çênabe"

Di vê navberê de li gorî agahiyên ku ji Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Parîsê hatin wergirtin, tê payîn ku Tirkiye jî weke berê beşdarî vê civîna herêmî bibe ku tê payîn li Emmanê were lidarxistin.

Rayedarekî Balyozxaneyê diyar kiriye ku Tirkiye li ser asta wezîran beşdarî civîna herêmî ya di meha Tebaxa sala borî de ya bi heman formatê bû û got: "Bêyî Tirkiyeyê organîzekirina civîneke herêmî ya bi vî rengî tê wateya mirîbûna wê."

Heman rayedarî bi bîr xist ku daxuyaniya derbarê beşdarbûna muhtemel a Tirkiyeyê ya di civînê de dê ji aliyê Wezareta Derve ya Tirkiyê ve bê dayîn. Bi gotina heman rayedarî, Tirkiye di her firsendekê de diyar kiriye ku girîngiyê dide yekparebûna axa Iraqê û got, “Metirsiya herî mezin a li ser serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê ji rêxistina terorê ya PKK tê.”

Heman rayedar bi bîr xist ku di serdana vê dawiyê ya Macron bo Bexda, Hewlêr û Mûsilê de, rayedarên Iraqê metirsiya PKKê li ser yekparçeyiya ax û aramiya wî welatî ji Serokomarê Fransayê re ragihandine.

Di hevdîtina Çavuşoglu û Colonna de çi hat axaftin?

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna doh di pêwendiyeke telefonî de bi hev re axivîbûn.

Derbarê naveroka pêwendiyê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dan, lê tê texmînkirin ku di vê pêwendiya telefonî de geşedanên li Iraq û Sûriyê hatibin gotûbêjkirin.

Piştî êrîşa 13ê Mijdarê li Stenbolê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku Tirkiye dikare li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye, dest bi operasyona bejayî bike.

Ji bilî Tirkiyê, Îranê di van demên dawî de êrîşên xwe yên esmanî li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê ku kampên wan li Herêma Kurdistanê hene, zêde kirine.

Fransa dibêje, êrîşên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dê şerê li dijî DAIŞê lawaz bike.

 

 

Rudaw

Top