• Saturday, 20 April 2024
logo

36 geştyarên Ewropayî bi karavanan serdana Hewlêrê kirin

Gulan Media December 5, 2022 Corane
36 geştyarên Ewropayî bi karavanan serdana Hewlêrê kirin

 Ev 4 roj in 36 geştyarên ji welatên Ewropayê li Herêma Kurdistanê ne. Ew bi 18 karavanên geştiyariyê ji Ewropayê hatine Hewlêrê, di karavanên wan de tiştên pêwîst ên wek cihê razanê û jiyanê tê de hene, ji ber wê jî pêwîstiya wan bi otêlan nîne.

Geştyarekî Swîsreyî Tyler Hynds li ser serdana xwe ya Hewlêrê got, “Em li vir pir rehet in ji ber ku em xwe ewle hîs dikin. Mirovên li vir pir baş in û her tim dixwazin bibine alîkar ku ev tiştekî girîng e.”

Geştyarên Ewropayî yên ku bi karavanan hatine Hewlêrê ji Almanya, Swîsre û Holandayê ne û hemû pîr û kal in di navbera 50 û 100 welatan de dîtine, piştî xanenişînbûnê xwestine xweza, çand, şûnewar û mirovên cihêreng ên cîhanê bibînin.

Geştyarê Holandî Jen Welberg dibêje, “Me duh Hewlêr dît, em çûne Keleha Hewlêrê û bazara kevin a bajêr û paşê em çûn ser Çiyayê Korekê, xelkê vir gelekî baş in.”

Ji bilî çav û kamerayên xwe, bîranînên xwe yên rojane bi nivîs û gotinan tomar dikin da ku qonaxên rêwîtiya wan a cîhanê her û her wekî çîrokekê di bîranînên wan de bimîne.

Geştyara Alman Ulgika Hett jî li ser serdana xwe got, “Di rojnivîska xwe de, min bîranînên vê gera xwe nivîsandine.”

Herêma Kurdistanê ji bo bazarkirin û kişandina geştyarên biyanî kar dike ji ber ku heta niha hejmara giştî ya geştiyaran a salane, geştyarên biyanî ji %15 derbas nebûye.

Seroka Desteya Geştûguzariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Emel Celal ji Rûdawê re got, “Hatina geştiyarên biyanî ji bo me gelekî girîng e, ji bilî aliyên aborî û civakî, aliyên wê yên siyasî jî heye.”

Koma geştyarên Ewropayî plan dike ku serdana neh welat û herêmên Rojhilata Navîn bike.

Ew grûba geştiyariyê rawestgeha yekem a geşta wan Herêma Kurdistanê ye, piştî serdana Iraq, welatên Erebî û Kendavê, biryar e di rêya Herêma Kurdistanê re vegerin Ewropayê. Di dema vegerê de ew çend rojên din dê li Herêma Kurdistanê bimînin û di çarçoveya geşta xwe ya rojane de serdana çend cihên din ên geştyarî û şûnwarî bikin.

 

Rudaw

Top