• Saturday, 20 April 2024
logo

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di Mijdarê de 30 jin hatine kuştin

Gulan Media December 4, 2022 Civakî
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di Mijdarê de 30 jin hatine kuştin

Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînîn (KCDP) ragihand ku di meha Mijdarê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 30 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 20 jinan jî bi awayekî biguman canê xwe ji dest dane.

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînîn (KCDP) li ser hesabê xwe yê Twitterê rapora xwe ya Mijdara 2022ê eşkere kir.

Li gor raportê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 30 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin, 20 jinan bi awayekî biguman canê xwe ji dest dane û sedema kuştina 21 jinan jî nehatiye zanîn. Herwiha 9 jin jî ji ber daxwaza lihevkirinê ya mêran qebûl nekirine an jî nexwestine bizewicin hatine kuştin.

Platforma navborî di rapora xwe de dibêje:”Ji 30 jinan 13ê wan ji aliyê hevjînên xwe ve, 1 ji aliyê hevjînê xwe yê berê, 4 ji aliyê xoşewîstên xwe ve, 3 ji aliyê xoşewîstên xwe yên berê, 3 ji aliyê mirovên xwe, 1 ji aliyê birayê xwe, 2 ji aliyên kesekî nas ve hatine kuştin. Kujerê 3 jinan jî nehatiye naskirin.” Li gor amaran jinên ku meha Mijdarê hatine kuştin %43ê wan ji aliyê hevjînên xwe ve hatine kuştin.

 

Rudaw

Top