• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Rihayê jinek ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin

Gulan Media December 4, 2022 Civakî
Li Rihayê jinek ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin

Li Riha ya Bakurê Kurdistanê jineke endazyar li kolanê ji aliyê birayê xwe ve bi çek hat kuştin.

Bahar Hezer a 26 salî roja Şemiyê 4ê Berfanbara 2022an li kolaneke taxa Akpinarê ya navçeya Karakopru ya Rihayê ji aliyê birayê xwe Yekta Hezer ê 24 salî ve hat gulebarankirin.

Tîmên tenduristiyê yên ku piştî agahdarkirina kesên derdorê çûn cihê bûyerê, Bahar Hezer birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan. Bahar Hezer a ku di beşa hawarçûnê de dihat dermankirin tevî hemû mudaxeleya pizîşkan canê xwe ji dest da.

Yekta Hezer a ku xwişka xwe gulebaran kir û ji cihê bûyerê reviya û piştî demekê li Taxa Yenîşehîrê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Hat diyarkirin ku Bahar Hezer endazyara avahîsaziyê bûye û Endama Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Endezyarên Avahîsaziyê (TMMOB) ya Rihayê bûye.

Di peyama sersaxiyê ya endama Desteya Rêveberiya Odeya Endezyarên Avahîsaziyê (TMMOB) ya Rihayê piştî candana Bahar Hezer daxuyaniyek belav kir û anî ziman, “Endama rêveberiya me Bahar Hezer di encama êrîşeke çekdarî de canê xwe ji dest da. Em ji hemû heval û hogiran wê re sersaxiyê dixwazin.”

Rêxistinên jinan bertek nîşanî kuştina Bahar Hezer dan.

Têkildarî bûyerê Komeleya Jinê ya Rosa li ser hesabê xwe yê medyaya civakî anî ziman, “Endama Lijneya Odeya Endezyarên Avahîsaziyê (TMMOB) ya Rihayê Bahar Hezer a 26 salî îro li kolanê ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin, kuştina jinan ne şexsî ye, siyasî ye.”

 

Rudaw

Top