• Wednesday, 24 April 2024
logo

Li Dîlokê şerê bi çekan: 5 kes birîndar bûn

Gulan Media December 1, 2022 Civakî
Li Dîlokê şerê bi çekan: 5 kes birîndar bûn

Li navçeya Şehitkamilê ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî du malbatan bi çekan şerê hev kirin û di encam de 5 kes birîndar bûn.

Li Kolana Fevzi Çakmak a Şehitkamilê duh 30ê Mijdarê di navbera du malbatên ku pêştir pirsgirêka wan a deyn hebû şerê hev kirin.

Her du aliyan bi çekan êrîşî hev kirin û di encam de 2 jê bi giranî 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên Dîlokê hatin veguhestin.

Ji bo desteserkirina gumanbaran xebat hat destpêkirin.

Top