• Thursday, 28 March 2024
logo

Ji tirsa xelkê xewê Fermandar û rayedarên Îranî reviyaye

Gulan Media November 30, 2022 Nûçe
Ji tirsa xelkê xewê Fermandar û rayedarên Îranî reviyaye

Daxwaz ji endamên îtlaat û hêzên ewlekarî dikin malên xwe û xwe biparêzin.

Di nameyekê de ku, Fermandariya giştî ya operasiyonên piştîvanî ya Îranê belav kiriye, daxwaz ji hêzên ewlekarî, besîc û hêzên îtlaata rejîma hatiye kirin ku, xwepîşanderên Îranî hewl didin daku, malên wan, wan bo xwe û kesûkarên wan nas bikin.

Di berdewamiya nameya han de yaku, bi nihênî hatiye şandin lê ketiye destê xwepîşanderan û hatiye belavkirin jî, hatiye nivîsandin ku, zaniyariyên bawermend ketine destê wan ku, xwepîşander ji niha û pêde vê êrîşî ser kesûkar, mal û cîhên endamên îtlaat, hêzên besîc û hêzên din yên rejîmê bikin, lewre daxwaz hatiye kirin daku, endamên hêzên han , xwe, malên xwe û kesûkarên xwe biparêzin û heta ji wan tê cîhên xwe û kesûkarên xwe keşif nekin.

Di nameyê de hatiye nivîsandin ku, xwepîşandanên vê carê, bûne metirsiyeke gelek mezin li ser rejîm û hêzên rejîmê, nedibaya ewqas dom kiribana lewre lazime bo dawî anîn bi xwepîşandanan tundûtîjiya zêdetir were bikaranîn beruvajî kontrol kirina rewşê zehmet dibe.

Top