• Friday, 19 April 2024
logo

Li Qersê ji ber 'nexweşiya harbûnê' gundek hat karantînekirin

Gulan Media November 30, 2022 Civakî
Li Qersê ji ber 'nexweşiya harbûnê' gundek hat karantînekirin

Li navçeya Qaqizmanê ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, gundê Şamî ji ber vîrûsa harbûnê hat karantînekirin.

Li gundê Şamî, piştî ku pisikek harbû û êrîşî dewrûberê xwe kir û jinav çû, gundiyan Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Qaqizmanê agahdar kir. Tîmên Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Qaqizmanê, li ser serlêdana gundiyan çûne gundê Şamî û parçeyên ku ji pisikê wergirtin bo Rêveberiya Enstîtuya Lêkolîn û Kontrolê ya Veterîneriya Erzeromê şandin.

Piştî lêkolînan hat tesbîtkirin ku pisik bi vîrusa harbûnê ketiye. Bi biryara Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Qaqizmanê gundê Şamî hat karantînekirin û hemû seg û pisikên beredayî hatin vaksînkirin.

Tîmên Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Qaqizmanê hişyariya dan gundiyan û xwendekarên li dibistanê ku bi ti awayî nêzîkî segên beredayî nebin.

Li gundê Arînê yê navçeya Elcewazê ser bi parêzgeha Bedlîsa Bakurê Kurdistanê, jî 9ê Mijdara 2022an zarokekî 11 salî ji ber êrîş û gezkirina segên har canê xwe jidest dabû.

 

Rudaw

Top