• Saturday, 20 April 2024
logo

Li Erzeromê amadekariyên werzişên zivistanê destpê kirin

Gulan Media November 30, 2022 Corane
Li Erzeromê amadekariyên werzişên zivistanê destpê kirin

 Berf û pûkê gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê daye ber xwe û navendên kaşûnê û werzîşên zivistanê dest bi amadekariyên wergirtina geştyarên zivistanî kirine. Li navçeya Paltokan a ser bi parêzgeha Erzeromê ve, navendeke mezin a kaşûnê heye.

Niha li navçeya Paltokan pileyên germayê daketine bin sifrê û karmendan dest bi amadekariyên pêşwaziya li geştiyarên zivistanê kirine. Berfa ku ji bo kaşûnê pêwîst e, hîna nebariya ye, lê ew bi riya hinek amûrên taybet, berfa çêkirî li ser pîstên kaşûnê dibarînin ji bo ku amade bin.

Sekreterî Giştî yê Şaredariya Erzeromê Zafer Aynalî dibêje: “Me li Erzeromê li navenda Kaşûnê ya palandokenê dest bi amadekariyan kiriye. Pileya germayê daketiye jêr sifrê û em jî berfa çêkirî berhemtînin. Derdora 70 kîlometrayan pîstên me yên kaşûnê hene û em dikarin li derdora 40 kîlometreyên wê berfa çêkirî bibarînin.”

Salane derdora 15ê Kanûnê li wê navendê demsala kaşûnê destpê dike. Piraniya welatiyan dixwazin di zivistanan de zêde sir û serma nebe, lê berpirsên navçeyê  ji bo destpêkirina zû ya demsala kaşûnê berovajî wan difikirin.

Zafer Aynalî herwiha got: “Înşallah li Tirkiyê em dê  yekem navenda kaşûnê bin ku bo cara yekem dest bi demsala kaşûnê dike. Bi hêviya xwedê kesên ji kaşûnê hez dikin heta heftiyek yan jî deh rojên din dê bikarin li Erzeromê kaşûnê bikin. Herkes dibêje bila hewa xweş biçe, lê em ji bo ku zû dest bi demsala kaşûnê bikin daxwaz dikin ku hewa sartir be. Ji bo ku berfa me ya çêkirî nehele divê pileya germayê jêr sifrê 4 heta 5 pile be.”

Paltokan li ser asta Ewropayê jî yek ji navendên herî girîng ên geştiyariya zivistanê ye. Ji bilî geştyarên navxwe ji welatên Ewropa, Rûsya, Ukrayna û Azerbaycanê jî geştiyar serdana wê dikin. Li navçeyê 20 otel û xaniyên Bungalov hene ku dikarin rojane pêşwaziyê li 4 hezar geştiyaran bikin. Li gor amaran sala borî derdora 1.9 milyon geştiyaran serdana Erzeromê kirine. Berpirsên wê pêşbînî dikin di salên pêş de ew amar bigihe 2 heta 3 milyon geştiyaran.

 

Rudaw

Top