• Friday, 29 March 2024
logo

Ibrahîm Kalin têkildarî dema êrîşa bejayî ya ser Rojava daxuyanî da

Gulan Media November 29, 2022 Nûçe
Ibrahîm Kalin têkildarî dema êrîşa bejayî ya ser Rojava daxuyanî da

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Ibrahîm Kalin derbarê operasyona Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê ragihand, operasyona bejayî di her demekê de dikare dest pê dike.

Kalin got, “Li hemberî gefên li ser Tirkiyê, Tirkiye her tim amade ye û dem bi dem operasyon berdewam dikin. Ji niha û pê ve dema ku gefên bi vî rengî tê kirin, dem, cih û çarçoveya van operasyonan ji aliyê Tirkiyê ve tê diyarkirin û di çarçoveya pêşengtiya me de tê meşandin.”

Li ser dema operasyonê jî Kalin dibêje, “Helbet tiştekî me tune ye ku em îzah bikin ka dê îro an sibê çêbibin. Divê hemû terorîst û pêkhateyên din bizanin, piştî ku Tirkiye têgihîştina bi vî rengî ya tehdîdê bigihîne astekê, dê tişta pêwîst bike. Dibe ku sibe, hefteya pêş, an her demekê be. Operasyon dikarin bi awayên cuda bêne kirin. Ev operasyon dikarin di her demê de bêne kirin. Çawa ku heta niha hatiye kirin, dê di demên pêş de jî wisa bê kirin.”

Li ser pirsa gelo du operasyon di heman demê de dikare bên kirin, Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê ragihand, “Pirsgirêk tune ye. Artêşa Tirkiyê xwedî vê derfetê û şiyanê ye. Dikare du (operasyon) be, dikare li deverên din diqewime, dikare pir berfireh be, dikare demkurt be, ew operasyon dikarin bi gelek awayên cuda bêne kirin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de, Ibrahîm Kalin destnîşan kir, “Em wek dewleteke berpirsyar helbet operasyonên wiha dinirxînin û bi hevalbendên xwe û welatên cîran re diaxivin. Tiştekî wisa nîne ku pêşî em agahiyê bidin kesekî û li ti kesî destûrê werbigrin. Tirkiye ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên ewlehiyê destûrê ji ti kesî wernagire û hesabê nade ti kesî jî.”

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê herwiha da zanîn, Tirkiye ti deman leşkerên Amerîka û Rûsyayê yan jî leşkerên welatên din nekiriye armanc û got, “ji xwe armanca me xuya ye.”

Derbarê hêzên HSDê de Ibrahîm Kalin ragihand, “Hinek caran dibêjin endamên PYD/YPG tenê wek erkê hevahengiya bi Amerîkayê re li wê derê ne, Nexêr. PYD/YPG rêxistineke wiha ye ku li gor berjewendiyên xwe li gel Amerîka, Rûsya û rejîmê di dema hewce de kar dike. Herwiha bi welatên din re jî kar dike. Em wê mijarê ji Amerîkî û Rûsan re jî dibêjin.”

Kalin red kir ku Amerîkayê pêşniyar kiribe hêzên wan bi kûrahiya 30 kîlometran li ser sînor bicih bibin û diyar kir, li gor Peymana 2019an divê hêzên YPGê ji sînor dûr bin, lê ji ber ku wan ew merc pêk neanî me di vê çarçoveyê de operasyonên xwe pêk anîn.

Wî rayedarê Tirkiyê got, Enqerê, Waşington û Moskow ji wê yekê agahdar kirine ku HSD pabendî mercê vekişîna ji sînor bi kûrahiya 30 km nebpye û Tirkiyê tekez kiriye ku eger ew merc neyê pêkanîn, Enqere dê rasterast bersivê bide.

Ibrahîm Kalin destnîşan kir, “Di demekê de ku em li Sûriyê û Iraqê rûbirûyê PKKê dibûn, wan şer anî nav Stenbolê û Karkamiş a Dîlokê. Me jî bersiv da û em dê berdewam bin li ser bersivdanê.”

Derbarê egera hevdîtina navbera Erdogan û Esed de jî, Kalin got, “Di asta istixbaratê de hevdîtinên me li gel Sûriyê berdewam in. Ev erkê istixbarayê ye, ev rewş li Misir û Iraqê û çend cihên din tê şopandin. Mijarên weke lêdana PKKê û bicihbûna hêzên rejîmê, istixbarat li ser wan dixebite.”

 

 

Rudaw

Top