• Saturday, 20 April 2024
logo

Li Xarpêtê ciwanek li ber deriyê mala xwe hat gulebarankirin

Gulan Media November 29, 2022 Civakî
Li Xarpêtê ciwanek li ber deriyê mala xwe hat gulebarankirin

Li parêzgeha Xarpêt a Bakurê Kurdistanê derengiya şeva bihorî ciwanek li ber deriyê mala xwe hat gulebarankirin.

Li taxa Îzetpaşa kolana Şeftalî ya bajarê Xarpêtê şevê din nîvê şevê ciwanek 18 salî yê bi navê F.N. li ber avahiya ku mala wan lê ye ji aliyê kesekî ku nasnama xwe ne diyar ve hat gulebarankirin.

Nasnameya kesê êrîşkar û sedema bûyerê jî hêj nehatiye zanîn.

Tîmên hawarçûnê û polîs çûne cihê bûyerê. Tîmên hawarçûnê F.N. ku bi giranî birîndar bûbû, veguhestin Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê û dermankirina wî berdewam dike.

Polîsan li cihê bûyerê lêkolînên destpêkê kirin û agahiyên derbarê bûyerê de qeyd kirin.

Di derbarê bûyerê de dest bi lêkolînên berfireh hatiye kiriye.

 

Rudaw

Top