• Friday, 19 April 2024
logo

YPG: Şer dê di çarçoveya plana dewleta Tirkiyê de nemîne

Gulan Media November 29, 2022 Nûçe
YPG: Şer dê di çarçoveya plana dewleta Tirkiyê de nemîne

Tirkiyê ji 20ê Mijdara 2022an ve operasyoneke nû bi navê “Operasyona Pence-Şûr” bi êrîşên esmanî û topxaneyê li dijî Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye û gefa wê yekê dike, ku dê di demeke guncaw de êrîşa bejayî jî dest pê bike. Van êriş û gefan wiha kiriye ku  ij bilî ziyanên canî û madî tirs li cem xelkê navçeyê çêbe.

Ev tirs jî vedigere wê yekê, ku li gor Rêveberiya Xweser, Tirkiyê di bombebaranan de cudahî nexistiye navbera şervan û sivîlan.

Rêveberiya Xweser dibêje, di encama bombebaran û topbaranên artêşa Tirkiyê de 59 kesan canê xwe jidest daye, ku 19 ji wan şervan û 16 kes jî welatiyên sivîl bûne.

Rêveberiya xweser herwiha balê dikişîne ser wê yekê ku di van oparasyonên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata HSDê de 73 kes jî birîndar bûne, ku 33 ji wan sivîl, 13 jê şervan û endamîn Hêzên Asayîşê ne û 25 kes jî serbazên artêşa Surî ne.

Şeva 19 li ser 20ê Mijdarê yekem firokeya artêşa Tirkiyê ji Ameda Bakurê Kurdistanê rabû daku deverên Rojavayê Kurdistanê bombebaran bike.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê dibêje, firokeyên şer ên artêşa welatê wan hejmarek pêgehên HSDê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata Rêveberiya Xweser bombebaran kirine.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk Ferhad Şamî dibêje: “Kobanî, ew bajarê DAIŞ bezand, ketiye ber bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyeya dagîrker.”

HSDê bi vî awayî êrîş piştrast kir.

Rêveberiya Xweser dibêje, operasyona Tirkiyê di roja yekem de “jêrxana sivîl, enerjî û xorakê kirine armanc.”

Santrala elektrîkê ya li bajarê Dêrikê yê Hesekê; ketiye ber bombebarana Tirkiyê.

Niştecihê Dêrikê Selman Ebû Hokar dibêje: “Êrişî santrala elektrîkê kirin, tiştek nemaye. Ez û çend kesên din çûn me got dibe ku hin birîndar hebin em di bin kavilan de derbixin, lê me dît ku balafir dîsa hatin. Dema balafir hatin gotin xwe xilas bikin û em jî reviyan.”

Li gor Rêveberiya Xweser, 11 kesan di bombebaranê de canê xwe ji dest dane û elektrîka 65 gundan jî qut bû.

Niştecihê Dêrikê Şaban dibêje: “Rast e dewleta faşîst a Tirk bi firoke, dron û teknîka xwe ya herî pêşketî li me dide. Lê ew nikarin îradeya me bişkênin.”

Ji Navenda Çavdêrîkirina Operasyonê jî, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê lêdana armancan wek serkeftinê bi nav dike.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî got: “Di vê çarçoveyê de, ew operasyona ku bo ser armancên terorîstan di nîvê şevê de hat kirin, gelekî bi hûrî plan jê re hatibû danîn û spas bo Xwedê bi awayekî serkeftî hat kirin.”

Li gor Rêveberiya Xweser, di yekem roja operasyonê de, 6 navçeyên sînorî hatine bombebarankirin ku ew jî Dêrik, Kobanî, Dirbêsiyê, Til Temir, Şehba û Girê Spî bûn.

Roja piştre jî, ji xeynî wan her şeş cihan, sînorê Qamişlo, Dêre Zor, Minbic û Amûdê jî ketin ber bombebaran û topbarana Tirkiyê.

Rêveberiya Xweser dibêje, Tirkiyê 50 firokeyên şer û 20 drone di êrîşê de bikar anîne. Tirkiye jî dibêje, bi wê rêyê 500 pêgeh kirine armanc.

Bombebarana Tirkiyê, bû sedema nerazîbûna welatiyên Rojavayê Kurdistanê.

Rexneyên dijwar jî li Amerîkayê digrin. Wek ew bi xwe dibêjin, helwêsta Amerîkayê li beramber destdirêjiyên Tirkiyê lawaz e.

Çekdarên ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike; li Efrînê rahênanê dikin. Heman ew çekdar in ku di salên 2018 û 2019an de alîkariya artêşa Tirkiyê kirin êrîşa bejahî bike ser Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî.

Fermander Li Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ser bi Tirkiyê Mihemed Yusif jî got: “Me amadekariyên xwe bo operasyona Pence-Şûr temam kirine. Em bi hemû hêza bejahî amade ne ku rojava û rojhilatê Çemê Firatê ji destê PKK û YPGê rizgar bikin.”

Ji sala 2016an ve bi hevkariya hêz û çekdarên nêzîkê xwe, Tirkiyê sê operasyon li navçeyên jêr desthilata Rêveberiya Xweser pêk anîne.

Ji Tebaxa 2016an ve Tirkiyê dest daniye ser Cerablus û Ezazê.

Destpêka sala 2018an Tirkiyê û çekdarên ser bi wê di operasyona bi navê Çiqlê Zeytûnê de, dest danîn ser Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê.

Di Cotmeha 2019an de jî, wan hêzan êrîşî sînorê Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê kirin û ew jî dagîr kirin.

Niha jî Serokkomarê Tirkiyê gefa pêkanîna êrîşa bejahî bo ser Til Refet, Minbic û Kobanî dixwe ku hemû di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne.

Tirkiye dixwaze bi dirêjahiya sînorê xwe yê ligel Sûriyê, bi kurahiya 30 kîlometre biçe pêş.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî got: “Operasyonên me bi rêya firoke, topavêj û dronan, tenê destpêk in. Ji Hatayê heta bi Colemergê, daxwaza me bo parastina hemû sînorê me yê başûr bi rêya pêkanîna navçeya aram bo dûrxistina egera êrîşan bo ser axa me, ji her demekê bihêztir e.”

Tirkiye herdem di operasyonan de hewara xwe dighîne du xalan, ku ew jî Benda 51 a Karnameya Neteweyên Yekbûyî û Rêkeftina Edenê ne.

Benda 51 a Karnameya Neteweyên Yekbûyî çiye?

Di beşekî bendê de tê gotin: “Her welatekî endamê Neteweyên Yekbûyî dema rûbirûyê êrîşa çekdarî dibe, mafê wê heye berevaniyê li xwe bike.”

Lê çend sedem hene ku rewatiyê nadin vê hinceta Tirkiyê.

Yekem: Dadgeha Dadê ya Navdewletî derbarê Benda 51ê de dibêje: “Divê êrîş û gef ji aliyê hêza welatekî ve bê kirin daku welatê ketiye ber êrîşê mafê xwe yê berevaniyê li gor wê bendê bikar bîne.”

Duyem: Li gor Benda 51, divê Tirkiye belgeya piştrastkirî bide Encûmena Asayîşa Navdewletî ku êrîşeke çekdarî bo ser welatê wê heye. Lê Fermangeha Lêkolînan a Parlamentoya Almanyayê dibêje: “Tirkiyê nikariye wê xalê jî îspat bike.”

Hinek caran Tirkiye bi vegera bo rêkeftina sala 1998ê ya Edenê êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike ku di bingeh de bo hevahengiya navbera hikûmeta Tirkiye û Sûriyê  di rûbirûbûna PKKê de li ser sînoran hatibû îmzekirin.

Fermangeha Lêkolînan a Parlamentoya Almanyayê dibêje: “Ew rêkeftin bi ti awayekî rê nade Tirkiyê ku axa welatekî din dagîr bike yan jî navçeya aram li nav axa wê çê bike.”

Şervan jî derbarê êrîşa bejahî ya Tirkiyê de dibêjin, şerê vê carê wek yê berê nabe û hemû navçeyê digre.

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya YPGê Siyamend Elî jî dibêje: “Em hewl didin ku ev şer gur nebe, lê eger Tirkiyê hêj bixwazî vî şerî gur û berfireh bike, şer bê guman dê di çarçoveya dewleta Tirk diyarkirî de nemîne. Ve demê dê li ser sînor şereke berfireh ê dûr û dirêj destpê bike. Heta ku Amerîka yan jî Rûsya glopa kesk ji bo Tirkiyê pênexe, ew nikarin operasyona bejayî bide destpêkirin.”

Operasyona Tirkiyê bûye sedema nîgeraniya welatên garantor jî.

Cîgira Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Sabrina Singh jî got: “Em dijî her êrîşekê ne ku niha ji her aliyekî ve tê kirin. Ev dibe sedema zêdebûna aloziyan li Iraq û Sûriyê me ji armanca me ya serekî dûr dixe ku bezandina DAIŞê ye.”

Li gor Rêveberiya Xweser, Tirkiyê Kampa Holê jî bombebaran kiriye ku nêzîkî 56 hezar kes têde ne û piraniya wan jin û zarokên çekdarên berê yên DAIŞê ne.

HSDê jî ji ber êrîşên Tirkiyê, şerê dijî DAIŞê ragirtiye.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî  behsa ziyanên êrîşên li ser hêzên wan û bandora êrîşan li ser şerê dijî DAIŞê jî kir û got, “Êrîşan gelek ziyan gihandine herêmê û jêrxaneya wê û bûne sedem ku em operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê rawestînin ji ber ku ew hêzên me yên bi DAIŞê re şer dikin niha bûne hedefa van êrîşan.”

Êrîşên Tirkiyê mijareke serekî ya gotûbêjên Astanayê jî bûn.

Nûnerê Serokê Rûsyayê Bo Gotûbêjên Astana Alexander Lavrentiev ji got: “Divê em hewl bidin û hevalên xwe yên Tirk razî bikin ku xwe ji pêkanîna her operasyoneke berfireh dûr bixin.”

Danûstandkarê Sûriyê Li Astana Eymen Sosan ji dibêje: “Ez vekirî ji aliyê Tirkî re dibêjim, ev tevgerên wiha nayên qebûlkirin û ji xeynî zêdebûna aloziyan li Sûriye û navçeyê, xizmeta ti aliyan nakin.”

Kobanî… ew bajarê Kurdî ku wek sembola berxwedana dijî DAIŞê tê pênasekirin û hinek caran jî wek Stalingrada Kurdî tê binav kirin.

Çend rojeke nîgeraniyê baskê xwe bi ser de kişandiye… beşek ji wan jî wek Amîne, piştî 65 sal jiyana wê li Kobanî, şer wê neçarî koçberiyê dike.

Amîne, jineke Kurd a nişteciha bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye. Ew ji tirsa dagîrkariya artêşa Tirkiyê mala xwe vediguhêze.

Nişteciha Kobaniyê Amîne Yusif got “Nizanim Tirk çi ji me dixwazin? Axa me dixwaze, milkê me dixwaze? Çi dixwazin nizanim. Em hejar in, tiştekî me nîne.”

Ev tirs jî vedigere wê yekê, ku li gor Rêveberiya Xweser, Tirkiyê di bombebaranan de cudahî nexistiye navbera şervan û sivîlan.

Bi awayekî, li gor amarên Rêveberiya Xweser, di şeş rojên operasyona Tirkiyê de 59 kesan canê xwe ji dest dane ku 16 ji wan sivîl bûn.

Herwiha 19 şervan û endamên Asayîşa Rêveberiya Xweser canê xwe ji dest dane. Ji xeynî wê jî, 24 serbazên artêşa Sûriyê di êrîşên Tirkiyê de hatine kuştin.

 

Rudaw

Top