• Tuesday, 23 April 2024
logo

Sûdanî li Îranê: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan têgihîştina me ya hevbeş heye

Gulan Media November 29, 2022 Nûçe
Sûdanî li Îranê: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan têgihîştina me ya hevbeş heye

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş ligel Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî de got: “Iraq û Îran ji bo çareserkirina pirsgirêkan, têgihiştineke wan a hevbeş heye.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro Sêşemê bi serokatiya şandeke bilind a hikûmeta xwe, serdana Tehranê kir û ligel Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî di konfêranseke rojnamevanî ya hevbeş de (bêyî pirsên rojnamevanan) behsa naveroka hevdîtin û civîna xwe kirin.

Sûdanî got, di vê serdanê de dê mijarên siyasî, aborî, ewlehî û geşedanên herêmî û navdewletî bên gotûbêjkirin.

Medyaya Îran û Iraqê ev çend roj in giringiyeke mezin didin serdana Sûdanê bo Tehranê, ku mijarên ewlehiyê û êrişên vê dawiyê yên Pasdarên Îranê li ser çend deverên Herêma Kurdistanê, mijarên sereke yên rûmala medyayê ne.

Serokwezîrê Iraqê got: “Em pabend in bi cîbicîkirina destûrê û ji bo ji xaka Iraqê ve ti metirsiyek nekeve li ser ewlehiya ti aliyekî din. Siyaseta me ew e ku rêzgirtina hebe û destêwerdanê di karûbarên hevdu de nekin. Bêguman diyalog rêya herî baş e ji bo çareserkirina pirsgirêkan û têgihiştineke me ya hevbeş heye.”

Binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji aliyê Supaya Pasdaran ve bûye sedema bertekên navxweyî û navdewletî. Hikûmeta Bexdayê jî ev êrîş şermezar kirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tekez kir ku ti hincetek ji bo êrîşan nîne.

Ji aliyê xwe ve, Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî bêyî ku amaje bi êrîşên Îranê yên li ser xaka Iraq û Kurdistanê bike, got: Li gorî nêrîna me ewlehiya navçeyê gelekî girîng e. Têkoşîna li dijî komên terorîst, tawanên rêkxistinkirî, madeyên hişber û her gefek li ser ewlehiyê, beşek ji peymana di navbera her du welatan de ye.”

Serokomarê Îranê got ku, Komara Îslamî ya Îranê çendîn car in pêgirî li ser derketina "hêzên biyanî" ji Iraqê kiriye. Hebûna biyaniyan li navçeyê aramiyê bi xwe re nayîne, tenê pirsgirêkên me zêde dike. Çawa ku hebûna Amerîkayê li Afganîstan û Iraqê aramî pêk neaniye, li deverên din ên herêmê jî dê aramî pêk bîne, helbet vekişîna wan ji navçeyê dê gelek alîkariyek be ji aramiya navçeyê.

 

K24

Top