• Friday, 29 March 2024
logo

Ji ber ala Kurdistanê girêbesta lîstikvanê Fenerbahçeyê hat hilweşandin

Gulan Media November 28, 2022 Corane
Ji ber ala Kurdistanê girêbesta lîstikvanê Fenerbahçeyê hat hilweşandin

Lîstikvanekî tîma Fenerbahçeyê ji ber ecibandina postekê li tora civakî û nivîsandina “Her Bijî” li ser ala Kurdistanê, girêbesta wî ji aliyê tîma wî ve hat hilweşandin.

Parlamenterê HDPê Omer Ocalan li ser hejmara xwe yê “Twitter” nivîsî: Tîma Fenerbahçeyê girêbesta Ozan Suncak hilweşand, ji ber ku wî li ser Twitterê piştgiriya xwe ji bo ala Kurdistanê nîşan dabû.”

Omer Ocalan got jî: “Ew nikarin bi vî awayî, rastiya Kurd û Kurdistanê biqedînin. Ji ber vê siyaseta qirêj dê jehrkirina civakê bidomînin.”

Ozan Suncak ji Bakurê Kurdistanê ye û welatiyê Almanyayê ye, berê bi “SSV Reutlingen” a Almanî re dilîst, piştre jî çû Fenerbahçeyê û li wir ji ber piştgirîkirina ala Kurdistanê girêbesta wî hat hileşandin.

 

K24

Top