• Thursday, 28 March 2024
logo

Li Stenbolê di pêşangehekê de tabloyên hunermendên Kurd cih digrin

Gulan Media November 27, 2022 Hunerî
Li Stenbolê di pêşangehekê de tabloyên hunermendên Kurd cih digrin

Li bajarê Stenbolê li galeriya bi navê Zîba Art Galleryê, di pêşangeha hevbeş de 6 nîgarkêş, bi 22 tabloyên xwe cih digrin. Damezrînerê Galleryê hunermendê Kurd Fehîm Guler e ku ew xelkê Erziromê ye û bi salên dirêj e tabloyên hunerî çêdike.

Zîba Art Gallery ku nû hatiye damezrandin, derfet dide hunermendên ji netew û welatên cuda ku ew karibin tabloyên xwe bidin pêşandan. Di pêşangehê de nîgarkêşê ji Başûrê Kurdistanê Goran Mihemed jî 4 tabloyên xwe cîh digire. Pêşangeh wê heta 4ê Kanûnê ji bo serdana hunerhezan vekirî be.

Tabloyên hunerî ku dîwarên galeriyê bi reng û şêweyên ciyawaz dixemilîne û li meriv hîsên cuda peyda dike; li Stenbolê li galeriya bi navê Zîba Art Galleryê tê pêşandan. Di pêşangeha hevbeş de 6 nîgarkêş, bi 22 tabloyên xwe cih digrin.

Hunermendê Kurd Fehîm Gulerê ku 25 sal in resim çêdike û li atolyeyan dersan dide li gel du hevalên xwe yên hunermend di meha cotmeha îsal de Zîba Art Gallery ava dike û ev jî dibe duyemîn pêşangeha wan.

Damezrîner û derhênerê hunerê yê Zîba Artê Fehîm Guler got: “Di pêşangehê de tabloyên 6 hunermendan cih digrin. Hunermendên Tirk, Kurd û Azerî bi hev re ne. Jixwe em dixwazin hunermendên ji neteweyên cuda karibin li galeriya me tabloyên xwe bidin pêşandan. Fikreke me ya wiha navdewletî heye. Li aliyê din em dixwazin hunermendên  Kurd yên ji 4 parçeyan jî bên cem hev û pêşangeheke hevbeş ava bikin.”

Nîgarkêşê ji Başûrê Kurdistanê Goran Mihemed her çiqas bi xwe di pêşangehê de amade nebe jî, ew bi 4 tabloyên xwe yên bi temaya jinê di pêşangehê de cîh digire. Her wiha li gel 4 hunermendên ji Tirkiyê, 2 tabloyên hunermendekî ji Azerbeycanê jî cîh digire.

Damezrînera Zîba Artê Elnaz Rahimoglu jî got: “Li gel ku em galeriyeke nû ne jî me bi pêşangehên hevbeş û komî dest pê kir. Niha dinya global e û nêzî hev dibe. Ji loma jî em dixwazin çand û hunerên cuda nas bikin û bidin nasîn.”

Nivîskar Înanç Çetin jî got: “Tabloyên resamên ji Iraq, Tirkiye û Azerbeycanê hene. Ev yek ji bo galeriyeke nû dewlemendiyeke pir mezin e. Bi taybetî jî min kompozisyona rengan a hunermendan pir eciband.”

Pêşangeha hevbeş a tabloyan ku di 9ê Mijdarê de dest pê kir wê heta 4ê Kanûnê ji bo serdana hunerhezan vekirî be.

 

Rudaw

Top